Li sînorê bajarê Selmas a girêdayî parêzgeha Urmiyê 2 kolber di encama êrîşên pasdarên Îranê de hatin kuştin. Li Pîranşar jî kolberek bi giranî birîndar bû.

Li gorî nûçeya HRANA, di rojên borî de li sînorê bajarê Selmas ê girêdayî parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji aliyê hêzên pasdarên rejîma Îranê ve hatin kuştin. Li sînorê Pîranşar jî kolberek bi giranî hate birîndarkirin. Li gorî bîlançoyê tenê di 20 rojên borî de 13 kolber birîndar bûn û hatin kuştin.

Roja Çarşemê pasdarên Îranê li sînorê Şino ya girêdayî Urmiyê komek kolberan gulebaran kir, di encamê de kolberek ê ji Selmasê bi navê Zubêr Hekarî hate kuştin.

Her wiha roja Pêncşemê li sînorê Pîranşar a girêdayî Urmiyê kolberê bi navê Xalîd Mame Emîn di encama êrîşên pasdarên Îranê de bi giranî birîndar bibû, rakirine nexweşxaneya Urmiyê.

Roja Duşemê li sînorê Tergever a girêdayî parêzgeha Urmiyê kolberek din ê ji Selmasê hate kuştin.

Li gorî bilançoya HRANA tenê di 20 rojên borî de 13 kolberên Kurd li sînorê navberên di navbera Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Her li gorî bilançoya HRANA ji 21’ê Adara 2017’ê heya Adara 2018’ê 46 kolber hatine kuştin û 58 kolber jî birîndar bûne.