Rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî li Dihokê di 2’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe de ji aliyê rojnameger û çalakvanan ve hate bîranîn.
Rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî li Dihokê di 2’yemîn salvegera qetilkirina xwe de vê êvarê li ser gora xwe ya li Goristana Şaxkê bi merasîmekê ji aliyê rojnameger û çalakvanan ve hate bîranîn. Ji berî ku merasîm destpê bike, girse bi meşekê hatin li ser goristanê.
Di meşê de dirûşmeyê, ‘Ey Wedat xwîna te li erdê namîne’ û ‘ Wedat namire’ berz kirin. Herwiha wêneyên Wedat Hisên û pankart berz kirin.
Piştî ku girse gihîşt li ser gora rojnameger Wedat Hisên Elî, birayê Wedat Hesin, Derbend Hisên axivî û got; “Du sal bi ser şehîdkirina Wedat re derbas bûn. Heta niha hêzên ewlehiyê li ser mijarê tiştek nekirine. Em jî walîtiya Dihokê berpirsê bûyerê dibînin. Em daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û ewlehiya Dikokê dikin ku bûyerê zelal bikin. Aşkerekirin û dawîhatina dosyayê wê me aram bike û barê hikûmetê ji sivik bike.”
Herwiha aktîvîstê Dihokê Şîrwan Şîrwanî jî axivî û bal kişand li ser terorkirina Wedat û wiha axivî; “Di mijara dosya Wedat de du ihtimal hene, yek yan sûcdarên sereke dezgehên ewlehiyê ne û wan bûyer pêk aniye, yan jî dezgeha ewlehiya Dihokê ewqas lawaze ku nikare vê grûba ku Welat terorkirine eşkere bikin. Ev ji van herdu ihtimalan derbas nabîn.”
Di 13’ê Tebaxa 2016’an de rojnameger û nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin. Piştî çend saetan cenzayê wî avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê. Li ser cenazeyê wî gelek şopên êşkenceya bi hovane hatî kirin hebûn.