Çavdêrê Siyasî Ferhad Sengawî diyar kir ku dewleta Tirk çiqas tecrîda li ser Rêber Abdullha Ocalan zêde bike, wê ewqas hêrsa gel jî zêde bibe û wê ji bo Tirkiyeyê encamên xerab bîne.

Dewleta Tirk ji sala 2011’an ve rê nade parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan pêre hevdîtinê bike û ji 2016’an ve jî rê nehatiye dayîn malbata wî serdana Îmralî bike. Bi vî awayî tecrîdekî girankirî Ii ser Ocalan tê meşandin û agahî jê nayên girtin, ev yek di nava gel de bûye cihê fikaran.

Çavdêrê Siyasî Ferhad Sengawî li ser mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Ocalan neteweyek afiran û got; “Girtina Ocalan giranî û serokbûna wî dertêxe holê, lewma çend dewlet li dijî rawestiyan. Serok Ocalan neteweyek afirand. Ji derya Reş heta kendavê ku kurd lê ne, bi taybet ji aliyê Îran ve heta digihe Mendelî Ocalan rêbere. Gerbûn û tênekî zêde dide tevgera rewa ya Kurdistanê.”

‘Ji bo çareseriyê azadiya Ocalan gelek girîgiya xwe heye’

Sengawî bal kişand li ser azadiya Ocalan û wiha domand; “Azadiya wî bîrmendî gelek girîngiya xwe heye. Ji ber ku bûye karîzmayekî mezin. Ji bo çereseriya pirsgirêka Kurd divê rasterast guftûgo û danûstandin li gel kesên azad bikin. Her çiqas ew kesekî azad û jêhatiye ku dikare li girtîgehê nêrînên xwe bi azad bîne ziman.”

Sengawî eşkere kir ku kesayetî û alî di asta azadiya Ocalan de xemsar in û got; “Mijarên siyasî bi mijara şexsî temaşe dikin. Lewma divê ronakbîr wê yekê di xwe de bikujin û di asta berjewendiyên giştî de bîr bikin. Ji ber ku Ocalan û kesayetên weke wî ji bo nîştiman hewl didin û azadiya wî wê li ser pirsgirêka gelê me bandoriyek erênî bike.”

‘Tecrîd hêrsa gel zêde dike’

Çavdêrê Siyasî Ferhad Sengawî herî dawî bal kişan li ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û got; “Tundkirina zextan û tecrîda li ser Ocalan nebaş e. Ji bo Tirkiyeyê encamekî xerabe. Wê kîna gel zêdetir bike. Nêzîkbûna li çareseriyê sûd ji bo Tirkiyeyê û Kurdan heye.”