Dewleta Alman beriya ku Erdogan biçe Almanyayê, bi rêya çapemeniyê sîxurekê MÎT’ê yê di nava hêzên polîsan de deşîfre kir. Der barê sîxurê MÎT’ê de lêpirsîn hate destpêkirin. Ev sîxure ku xwedî payeyeke bilind bû, bi rêya endamekê din ê MÎT’ê ku nasnameya dîplomatan bikartîne, agahiyên der barê kurdan û mûxalîfên tirk de dida seferatxaneya tirk
Serokê AKP’ê Erdogan dê îro biçe Almanyayê û hikûmeta Merkel ziyaret bike. Beriya ku Erdogan biçe Almanyayê jî yek jê rojnameyên alman a ‘Der Tagesspîegel’ nûçeyeke balkêş weşand û da zanîn ku li ser polîsekî ku di Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê de ji îstîxbarata tirk re dixebitî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di nûçeyê de tê gotin ku sîxurê ku qala wî tê kirin, kesekî payebilind e û li Berlînê der barê muxalîfên Erdogan agahiyan dide hev û van agahiyan dide sefareta tirk. Tê gotin tîmên lêpirsînê yên alman ku polîsê nasnameya wî nehatî diyarkirin di şopandin, bûyera sîxuriyê bi belge kirin.
Beriya çûna Erdogan dan çapemeniyê
Lêpirsîna dozgeriya Berlînê veşartî tê hiştin. Hat zanîn ku kesê ku vî polîsê sîxur agahî pê re di şand jî endamê MÎT’ê ye û nasnameya dîplomatan bikartîne. Bi rûdana bûyerê re jî Wezareta Karên Hundir a Berlînê daxuyaniyek kin da û got ku bi îdiayên der barê polîs de agahdar in. Rayedarên Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê jî da zanîn ku lêpirsîn didome. Balkêş e ku lêpirsîna ku ev demeke didomiya, beriya serdana Erdogan derxistin çapemeniyê.
Almanya cidî nêzî sîxuran nabe
Îstîxbarata tirk ku bi ser DÎTÎB’ê ya diyaneta rejîma Erdogan, bi ser sefaretxane, şîrketên qelp û banqeyên tirk tora sîxuran ava kirî, kete nava yekîneyên polîsên alman. Bi vê yekê jî der barê kurdên li Almanyayê û kesên muxalîf ên tirk agahiyan berhev dikin. Ev rewş gelek caran li Almanyayê bû rojeve. Beriya niha jî derketibû holê ku hin kesên ku ji bo Rêxistina Saziya Parastina Destûrê ya Saziya Îstîxbarata Navxweyî ya Almanyayê serlêdan kiribûn, bi MÎT’ê re têkildar in. Yek jê ji saziyên ku endamên MÎT’ê ketibûnê jî Daîreya Koç û Penaberan bû.
Sîxurê Erdogan hatibû deşîfrekirin
Li gorî agahiyan, li Almanyayê 6 hezar sîxurên MÎT’ê lê aktîf in. Lê tevî vê yekê jî lêpirsîna li ser sîxurên MÎT’ê sembolîk dimînin. Di nava 5 salên dawî de li ser 20 endaman lêpirsîn hate vekirin lê tu encam jê dernektin. Komîserê bi eslê xwe tirk, Dondo Yazgan ku li yekîneya ‘polîsên lihevkirinê’ ya bajarê Wîesbadên a Eyaleta Hessenê dixebitî,derketibû holê ku têkiliyên wî bi MÎT’ê re hene. Yazgan ku sîxurê Erdogan bû, piştî lêpirsînê niha hê jî li Emniyeta Eyaleta Hessenê bi qedemeyeke kêmtir memûrtiyê dike.