Xwepêşandanga girseyî ya protestokirina Serokkomarê Tirk Erdogan a ji aliyê Elmanyayê ve hatî vexwendin ku bi pêşengtiya platforma ‘Erdogan Nat Welcome’ ‘Xêr Nehatî Erdogan’ hatî lidarxistin heta pêşiya qesera serokkomariyê dewam kir.
Di xwepêşandana tim bê navber dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Dîktatoran naxwazîn’ hatin qîrkirin de, qedexeya dewleta Tirk a PKK’ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehate naskirin.
Ber bi nuqteya dawî ya meşê ve nepoxên ku wêneyên Ocalan pêve hatî girêdan ber hewa hatin berdan, ala mezin a PKK’ê hate vekirin. Xwepêşanderên piranî Elman tevî provakasyonên polîsên Elman jî piştre belav bûn.