Gerîlayê HPG’ê Alî Damar di salvegera şahadeta xwe de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi merasîmekê hate bibîranîn. Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Alî Damar (Serxwebûn Gabar) di 22’ê Îlona 2017’an de li herêma gundê Sêvê yê girêdayî herêma Xakûrkê di necama şerek dijwar ê dijî artêşa Tirk de tevlî karwanê şehîdan bû.
Bi boneya salvegera şahadeta Serxwebûn Gabar îro saet 08:00’ê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştre li ser navê malbatê bavê şehîd Serxwebûn Gabar, Seyîd Demar axivî, xêrhatina kesên di merasîmê de kir û got; “Xwedîderketina li şehîdan û rêya wan ji bo me rûmeta herî mezine. Em bi şehîdên xwe serbilindin. Emê heya dawî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”
Piştî axaftinê sînevîzyona li ser jiyana şehîd Serxwebûn Gabar hatî amadekirin, hate temaşekirin.
Merasim bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Na Mirin’ bi dawî bû.