Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo çalakiyên 29’ê Îlonê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga beşdarbûnê kir. Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropa jî hate dayîn.
Daxuyanî wiha dest pê dike; “Rêber Apo ku bi komployekî navnetewî dil hate girtin ev nêzî 20 salan e li girava Îmralî tê tecrîdkirin. Di cîhanê de pêkanîneke wiha nîne û Rêber Apo ji hemû mafan hatiye bê par hiştin û rewşa giran a tecrîdê didome.”
‘TECRÎD BI BERXWEDANÊ WÊ BÊ ŞKANDIN’
Daxuyanî wiha didome;
“Tecrîd û zexta li ser Rêber Apo tê pêkanîn bi komkujî, zilm û jenosîda li ser gelê Kurd tê domadin. Ji bo qirkirina Kurdan temam bikin tecrîdeke giran û zexteke mezin li ser Rêber Apo didin meşandin. Têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Apo tu agahî nayê girtin.
Paradîgmaya Rêberê gelê Kurd di serî de ji bo gelê Kurdistan û hemû gelên cîhan û Rojhilata Navîn bû hêviyek. Rêber Apo yekane lîderê ku demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, azadî, wekhevî û afirandina jiyana hevpar pêk bîne ye. Ev felsefeya ku li cîhanê bû xwedî sematiyek mezin dewleta Tirk a faşîst û hêzên navnetewî ne rehet kir. Ji ber vê sedemê tecrîd û êrîşeke berfireh pêk tînin. Em dikarin vê tecrîdê bi berxwedan û têkoşînê têk bibin.”
LI DIJÎ CPT Û SAZIYÊN EWROPA NERAZÎBÛN
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengiya CPT û Konseya Ewropa hêzê dide Erdogan û wiha hate domandin; “Divê CPT û saziyên Ewropa demildest bikevin nava tevgerê û berpisyartiya xwe ya ku qanûnên navnetewî li ser wan ferze pêk bînin.”
‘BI RENGEKÎ XURT EM BEŞDARÎ MEŞÊN GIRSEYÊ YÊN 29’Ê ÎLONÊ BIBIN’
KCDK-E di dawiya daxuyaniyê de banga tevlîbûneke bihêz li meşan kir û wiha got;
“Roja 29’ê Îlonê li tevayî Ewropa, Afrîqa, Avûstralya, Japonya û Kanada bi şîara ‘Ocalan îradeya me ye, Em xwedÎ li îradeya xwe derdijevin’ û ‘CPT û Konseya Ewropa Demıldest Bikevin Tevger’ were lidarxistin. Divê hemû gelê me yên li hemû parçeyan, şoreşger, demokrat, akademîsyen, parazvanên azadiyê û hemû kes bi hêz û girseyî beşdarî meşan bibin û xwedî li Rêber Apo derbikevin.”