Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê li dijî çeteyên DAÎŞ`ê ya bi çarçoveya pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê qedandina terorê” de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“1- Li derdora Baxozê di navbera şervanên me û terorîstên DAÎŞ`ê de şer derket. Şervanên me erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAÎŞ`ê beriya ku bigihîje armanca xwe teqand û nêzî 1 kîlometre bi pêş de ketin. Her wiha nuqteyên xwe çêkirin û gelek terorîst kuştin.
Her wiha terorîstên DAÎŞ`ê ji gelek aliyan ve êrîşî nuqteyên şervanên me kirin. Di encamê de şer di navbera şervanên me û çeteyên terorîst de derket û gelek çete hatin kuştin.
Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî navendên terorîstan kirin hedef.
2- Li derdora Hecînê piştî şerê bi terorîstan re şervanên me 600 metre bi pêş de ketin. Gelek noqteyên xwe ava kirin. Gelek çete hatin kuştin. Erebeyek û çend motorsîklêt ku çeteyan di çûn û hatina xwe de bi kar dianîn, hatin rûxandin.
Şervanên me gelek çek û cebilxane desteser kirin.
Tîmên leşkerî yên taybet mayinan radikin û herêmê ji mayinên ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ`ê ve hatine danîn, paqij dikin.
Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî erebeya bombebarkirî ku amade bû were teqandin, rûxand, her wiha gelek navendên bicihkirina terorîstan jî rûxandin.
3- Bîlançoya şer:
– 19 noqte hatin avakirin.
– 49 terorîst hatin kuştin.
– Zerarên ku gihaştin terorîstan: 4 erebe, 3 motorsîklêt, 7 navendên terorîstan û di nav de avahiyeke fermandariya terorîstan û 2 baregehên çek û cebilxaneyê hatin rûxandin.
– 17 derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî li dijî terorîstan pêk hatin.
– 6 sandoqên cebilxaneyê û çekeke doçka (23) ketin destê şervanan.
– 8 mayin hatin rakirin.”