Di salvegera 20’ emîn ya Komploya Navneteweyî de, Imralî , êdî Zindana Amedê ye.
Zindana Amedê, di dîroka Kurdan de qonaxek giring ya piralî ye. Faşîzma 12ê Îlonê, jêrzemîna tunekirinê avakir; lê têkoşîna li zindanê bû fanosa ronahiya xeşîmên paşerojan. Di encamê de bû alternatîfek radîqal û zimanê diyalektîkê zemt kir.
Faşîzma 12 Îlonê, ji bo şitla ciwan PKK û muxalefeta Kurd tune bike, bi hêza dehşetengîz, hem kulturî, hem fizîkî bû. Hêzên global jî faşîzma Gen. Kenan Evren destek dikirin. Ev qonaxa yekemîn ya hevkariya bazirganiya global e.
Armanca Dewleta Tirk, wek Rum, Ermenî, Suryanî-Asurî, tunekirina Kurdan bû. Bi tunekirina Kurd re, cografya Anatolya û Kurdistanê, li ser navê Tirkan tapo dibû; pêvejoya “dewlet abad, abad turkî” (union boulding) temam dibû. Armanc dewam dike.
Îro, li Zindana Imralî û sîstema taybet ku di tecrîdê de derketiye holê, qirkirina fizîkî, kulturî û aborî li darî çavên cîhanê dewam dike. Siyaseta taybet ya Imralî, bi reng û nav ji ya Zindana Amedê cûdatir e, lê encama yek planî ye û stratejîk e. Ji ber vê çendê, dibêjim; komplo, bi dîrok, wate, plangerî û buxza xwe ya mezin, ji nêrîna me, ji têgihiştina me gelekî mezintir û dijwartir e. Divê em hinekî din kûr lê binêrin.
Dema, em bi metodîk li “komploya navneteweyî” binêrin, em ê bigihin sala 1993an. Vê salê, Emerîka û hin ji dewletên Ewropa, PKKe di lîsteya terorê de bi cih kirin. Di 27ê Îlona 2001ê de jî, tevahiya Ewropa tevlî koroya “buxz” û felaketên mezin bû; PKKe di lîsteya terorê de bi cih kirin. Ev qonaxa duyemîn ya planê navneteweyî ye û armanc jî, PKKe, di aliyê rêxistinî, siyasî, lojistîk û ragihandinê de de qels û lewaz kirin bû. Dorpêçeke global û bingeha komploya navneteweyî ye.
Beriya PKKê, gelê Kurd, di derya derd, keder, êş û elema tunekirina cendereya faşîzan de, neçar û bêzar bû; Kurd, dîlgirtiyên rêze serîhildanên têkçûyî bûn û di nava brûskên bêzarî û neçarî de diheliyan.
Fişeka pêşî ya li Eruh û Şemzînanê, bû beşûşiya gelê Kurd ya li hemberî jiyanê. Kefen dirrand, gora betonî parçe kir. Berxewedana li Zindana Amedê, fişeka pêşî ya li Eruh û Şemzînanê, bûne rêze qonaxên serketinê. Ev serketin, bi fikir û ramanê Ocalan, wek ideolojiya xeta sêyemîn derkete holê.
Îdeolojiya Ocalan, di xweza demokrasî de, bêyî çînan biparêze, gelemperiya gel û rêveberiya gel himbêz kir. Ev jî, li xiş û hesabê sîstema bazirgan, berhemên wan netew-dewletên ku bi zihniyeta nijada faşîzan hatine avakirin ne hat. Bûne dijmin vê îdeolojiyê.
Sîstema bazirgan û netewe-dewlet jî rêxistiniyên komploger in, talanger in. Îdeolojiya Birêz Ocalan û Haraketa Azadiya Kurd jî , bû şeqama li rûdêna sîstema komploger û eşkere kir ku, netewe-dewlet, aşê hêrtin û tunekirina gelan e.
Hêzên global, dîtin ku dîtinên Ocalan, wek emperetorê hiş û ramanê sedsalê, bi îdeolojiya nû ya alternatîf derdikevê holê. Bi hêrseke têr “buxz” ketin nava haraketê û komplo giran kirin. Bi armanca rêgirtin û astengkirina mêjiyê pratîzekirina utopya gelan, komploger ketin nava haraketê. Bi planekî stratejîk û şerekî demdirêj, komplo, bi tevlîbûna kişûmat cîhanê kirin pratîkê.
Encam, dîlgirtina Ocalan, sîstema girtîgeha taybet ya Imralî û tecrîd e.
Tecrîd; ligel êş û azarên kevin û nû, wek manyatîzma faşîzma sedsalê derketiye holê. Di kesayeta birêz Ocalan de, li dijî gelê Kurd û tevahiya gelan, dagirkerî, kujerî, talan û wêranî jî kirin pratîkê. Sekna li hemberî tecrîdê, biryara dawî ya DMME jî, vê dide xuya kirin.
Lê “hasil giha Musil”, êdî rastiyê cihê xwe girt… Hiş û raman, dîtin û gotin nayên dîlgirtin. Encam jî Şoreşa Rojava ye û Kurdan, hebûna xwe di dîrokê de dane qebûl kirin.