Endama Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê Ayten Dêrsim diyar kir ku komplo negihaştiye armanca xwe û wiha got: “Hêzên navneteweyî komployê bi rêbaz û taktîkên cuda dimeşînin. Bi awayekî fizîkî dibe ku rêber Apo girtî be, lê belê felsefe û îdeolojiya wî azad e.”

Di ser Komploya Navdewletî re 21 sal derbas bûn. Komloyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya gelê Kurd dest pê kir. Armanca komployê tasfiyekirina Ocalan û tevgera azadiyê bû. Di encama komployê de di 15’ê Sibata 1999’an de Ocalan anîn Tirkiyeyê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nav şertên tecrîd û îzolasyonê de berxwedaneke bêhempa meşand û gelê ku jê re rêberî dikir, li Rojhilata Navîn hebûna xwe bi awayekî xurt dimeşîne. Nîşaneya vê ya herî xurt jî Şoreşa Rojava ye. Ev têkoşîna li vê derê ku bi paradîgmaya Ocalan tê meşandin, komployê pûç dike.

Ocalan di notên hevdîtinan de Komploya Navdewletî wiha pênase kiribû: Bi lîstokên polîtîk û berjewendiyên aborî re pêvajoyeke têra xwe tijî îxanet, zordarî û xapandin.

Bi minasebeta salvegera 20’emîn a Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd li Qadên Parastinê yên Medyayê endama Konseya Rêveber a KJK’ê Ayten Dêrsim ji ANHA’yê re axivî. Dêrsim diyar kir ku komplo negihaştiya armanca xwe, bi tecrîda li ser Ocalan re hewl didin gelê Kurd û tevgera azadiyê ya gelê Kurd tehdît bikin.

Ayten Dêrsim komplo şermezar kir û şehîdên ku li dora Ocalan xeleka agir çêkir, bi bîr anîn. Dêrsim wiha dest bi axaftina xwe kir: “Armanca Komploya Navdewletî ew bû ku tevgera azadiyê ya gelê Kurd di şexsê rêber Apo de tune bikin. Di vê çarçoveyê de Sûriye kirin armanc. Serokatî nexwest Sûriyeyê bike qada şer. Lewma mecbûr ma Sûriyeyê derkeve. Krîza Sûriyeyê ku di sala 1998’an de hate plankirin, îro tê meşandin.”

‘Esareta fizîkî ji azadiya îdeolojiyê re nabe asteng’

Dêrsim diyar kir ku komplo negihaştiye armanca xwe û wiha got: “Hêzên navneteweyî komployê bi taktîk û rêbazên cuda dimeşînin. Lê belê komplo negihaşt armanca xwe. Dibe ku rêber Apo bi awayekî fizîkî girtî be, lê bi awayê ruhî, fesefîk û îdeolojîk azad e. Rêber Apo felsefeya xwe ya azadiyê li civakê zerk kir. Têkoşîna me li hemû parçeyên Kurdistanê berdewam e. Bi fesefeya rêber Apo gelek serkeftin pêk hatin. Şoreşa Rojava jî ji wan serkeftinan e.”

Dêrsim îşaret pê kir ku armanca hêzên hegemon ew e ku girtîbûna Ocalan bidin qebûlkirin û wî teslîm bigirin û wiha pê de çû: “Hewl didin hişmendiyeke wisa çêkin ku em nikarin rêber Apo rizgar bikin. Me duh nîşan da, îro nîşan didin û sibê jî em ê nîşan bidin ku em esareta rêber Apo tu carî qebûl nakin.”

‘Gel bi felsefeya rêber Apo dibin yek’

Ayten Dêrsim destnîşan kir ku pergala Îmraliyê yekser bi NATO, Rojhilata Navîn û hevsegiyên li cîhanê ve girêdayî ye. Dêrsim wiha pê de çû: “Bi salan e bi rêber Apo re hevdîtin nayên kirin. Komplo bi tenê ji hêla hêzekê ve nehate pêkanîn. Her wekî rêber Apo jî gotiye; dewleta Tirk bi tenê piyonek e û bi kar tînin. Heke dewleta Tirk pêvajoya aştiyê rast binirxanda, niha Tirkiye di vî halî de nedibû. Armanca tekane ya Tirkiyeyê û hêzên din ên hegemon ew e ku civakeke bêazadî, bêîdeolojî, bêarmanc, bêfelsefe û kole biafirînin û pergala xwe ava bikin. Gel vê yekê qebûl nakin, berovajî wê bi felsefeya rêber Apo dibin yek.”

‘Têkoşîna rêber Apo rûyê rast ê DMME û CPT’yê aşkera kir’

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana têkildarî îşkenceya fizîkî ya sala 2008’an nirxandibû û di 27’ê Îlonê de diyar kiribû ku “têra xwe delîl tune ne” ku îşkence li Ocan hatiye kirin. Ayten Dêrsim têkildarî daxuyaniya DMME’yê wiha got: “DMME û CPT mafên mirovan, xwe bi xwe tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan û demokrasiya kesane diparêzin. Lê belê bi vê daxuyaniya xwe ya têkildarî rêber Apo aşkera kirine ku pîvan û hiqûqa xwe binpê kirine.”

Dêrsim got DMME’yê meşrûiyet û xweseriya xwe bi daxuyaniya xwe ya der barê tecrîdê de winda kiriye û wiha pê de çû: “Têkoşîna rêber Apo rûyê rast ê DMME û CPT’yê aşkera kir. CPT rapora xwe ya ziyareta rêber Apo 2 sal şûnde aşkera kir. Ev bêhiqûqî ye. Ev sazî di çarçoveya dewletan de tev digerin.”

Tecrîda di nav tecrîdê de

Cezayê disîplînê yê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzeran a Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê têne girtin, Ayten Dêrsim wek “tecrîda di nav tecrîdê de” bi nav kir û wiha pê de çû: “Bi tecrîda li ser Rêber Apo re gelê me û tevgera me tê tehdîtkirin. Em ê jî li hemberî wê, têkoşîna xwe derxin asta herî jor. Armanca me ew e ku em li derdora azadiya Rêber Apo bibin yek û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Ayten Dêrsim diyar kir ku ne tesaduf e ku DMME di salvegera komployê de daxuyaniyekê dide û wiha bi dawî kir: “Armanca daxuyaniyê vejandin û nûkirina komployê ye.”

ANHA