Li Herêma Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hat û di 20’ê Cotmehê de jî encamên fermî hatin eşkere kirin. Li gorî agahiyên Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar dane Rojnews’ê sibe Desteya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê wê derbarê encama dawî ya hilbijartinê Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar bide, ji bo erêkirina wê yan ji redkirinê.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar eşkere kir ku wê Desteya Dadwerî encamê red neke.
Şêrwan Zirar da zanîn ku piştî ku encam ji aliyê Desteya Dadweriyê ve hate erêkirin, wê encam vegerî li Encûmena Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê û ew jî wê nivîsekî fermî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bike.
Di 20’ê Cotmehê de Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina 30’ê Îlonê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir, lê encam ji 9 endam tenê ji aliyê 5 encamên komîsyonê yên ser bi PDK’ê û YNK’ê ve hate erê kirin. Endamên Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Yekgirtû îmze nekirin.
Li gorî encaman Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) 21, Tevgera Goran 12, Nifşê Nû 8, Komeleya Îslamî 7, Eniya Îslah 5, Hevpeymana Serem 1 û Şîeyan jî kursiyek yê parlamentoyê anîne.