Hejmara kesên di erdheja Endonezya de mirin, bûn 1234 kes

Hejmara kesên di erdheja Endonezya de mirin, bûn 1234 kes

Saziya Rêveberiya Afatê ya Endonezya, ragihand ku hejmara kesên di erdheja û tsûnamiya li girava Silawesiyê dayî gihişte de 1,234’an. 

Berdevkê Saziya Rêveberiya Afatê Stopo Pûrwo Nûgroho, li gorî saeta herêmî saet 13:00 li gorî bîlançoya dawî hejmara kesên bûne qûrbanî gihiştiye 1,234’an. Li gorî bîlançoya berê hatibû ragihandin hejmara kesên miribûn weke 844’an hatibû ragihandin.

Sîlawesî ya yek ji çar giravên mezin ên Endonezyayê ye, roja Înê 2 edhejek bi pileya 7,5’an pêk hatibû. Li pey wê tsûnamî jî pêk hat.

Boroya Koordînasyona Karê Mirovan a NY’yê, di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê dayî de, diyar kiribû ku pêwîstî bi alîkariya lezgîn a ji bo 129 hezar kesî heye. Ji vana 46 hezar zarok û 14 hezar jî kesên bi temen in.

NAVNÎŞANÊN ME

LI ME GUHDARKIN

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

JI BO ANDROID BARKIN

JI BO ANDROID BARKIN