Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku roja 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelên Kurdistan û Rojhilat Navîn komployeke navneteweyî dest pê kiriye û hate gotin, “Hêzên paşverû yên herêmê û hêzên serdest ên navneteweyî, modela çareseriyê û projeya jiyana azad û wekhev a hemû nasname û baweriyan ku ji aliyê Rêber Apo ve ji bo Rojhilata Navîn hate afirandin, li dijî xwe xetere dîtin. Hêzên navneteweyî di şexsê Rêber Apo de xwestin azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dîl bigirin.”
‘HÊZÊN KOMPLOKER EV 20 SAL IN RÊBER APO TECRÎD DIKIN’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hêzên komploker ev 20 sal in Ocalan li Girava Îmraliyê tecrîd kirine û hate gotin, “Hêzên komploker naxwazin nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bigihêje mirovahiyê.
Rêber Apo û berxwedana gelê me pêşî li planên komplokeran girtiye. Bi berxwedana 20 salan a li Girava Îmraliyê re lîstik û xefikên dewleta Tirk ji hev hatine xistin. Dewleta Tirk a faşîst bi girankirina tecrîdê re ji bo pêşî li paradîgmaya neteweya demokratîk a azadîxwaz û wekhev bigire, polîtîkayên xwe yên şer û kujeriyê giran dike.”
‘JI BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ CESARETÊ DIGIRIN’
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E diyar kir, kiryarên asîmîlasyonê, qirkirin, zext û zordariya li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin, bicihanîna tecrîdê li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha pê daket: “Ev komplo ji bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî cesaretê digire. Biryara dawî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vê yekê bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Sekna alîgir û bêdengiya saziyên weke CPT ji ber vê yekê ye.”
JI BO ÇALAKIYAN BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN
Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê wê li gelek cihan çalakî bên lidarxistin û ev bang hate kirin: “Weke gelê Kurd û dostên wan, li her deverê em dakevin qadan, komployê şermezar bikin, komplokeran teşhîr bikin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Ji bo saziyên pêwendîdar bi erka xwe rabin û raya giştî ya navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê, em bi rengekî bê navber çalakiyan li dar bixin.
Bi navê KCDK-E em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku 9’ê Cotmehê li Bruksel û Strasbourgê, 13’ê Cotmehê jî li hemû welatên Ewropayê, li Japonya, Kanada û Awûstralyayê tevlî çalakiyan bibin. Em li ber tecrîdê û komploya navneteweyî rabin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.”