Sîstema parastina ezmanî ya Rûsyayê S-300 di hundirê Sûriyeyê de êdî hatiye bicihkirin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî wêne belav kirin û tê de diyar dibe ku balafirên barkirinê yên leşkerî bi şevê barê xwe datînin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergî Şiyogo duh di civînekê de bi serok Vladimîr Pûtîn û endamên ewlehiya Rûsyayê re ragihand ku li gorî biryara serok, gelek tedbîr ji bo xurtkirina sîstema parastina ezmanî ya Sûriyeyê hatine girtin ku di asta yekemîn de parastina leşkeran armanc dike. Şiyogo piştrast kir ku sîstema parastina ezmanî S-300 hatiye şandin û ji 49 yekîneyên alavan pêk tê: Radar, sîstema nasandina sereke, amûrên kontrolkirinê û çar dikeyên avêtinê.

Her wiha destnîşan kir ku yekîne û kadroyên hêzên rêjîmê ji bo bikaranîna fûzeyên S-300 dê bêne perwerdekirin û pêdiviya wan bi sê mehan heye.

Toreya nûçeyan a SkyNewsê jî behsa hêza sîstema S-300 û taybetmendiyên wê kir û got ku 4 baregehên van fûzeyan di Sûriyeyê de hatine bicihkirin. Ev sîstema parastina ezmanî dikare li hemberî balafir û fûzeyên Kiroz û fûzeyên palîstîk derkeve û dikare heta 200 km û bi bilindahiya 25 km armancan hilweşîne.

Radara S-300 dikare 100 armancan bi hev re bişopîne û dikare 12 armancan di heman demê de hilweşîne.

Hêzên Rûsyayê niha fûzeyên S-300 li nêzî baregeha xwe ya li Tartûsê didin xebitandin û fûzeyên S-400 jî ku li baregeha Himêmîm a Rûsyayê li parêzgeha Laziqiyê didin xebitandin.
Rûsyayê di Îlona 2015’an de destwerdana xwe ya leşkerî di Sûryeyê de kir û hevsengî li gorî berjewendiya rêjîma Sûriyeyê guhertin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku di encama destwerdana leşkerî ya Rûsyayê de heta niha 18 kezar û 100 kesan jiyana xwe ji dest daye û di nava wan de 7 hezar û 988 sivîl in û di nava wan de jin û zarok jî hene.