Ji ber pirsgirêkên di navbera Hikumeta Herêmê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de pêkhateyên ku li herêmên bi nakok jiyan dikin yekem zerermendên siyaseta herdu aliyan dibin. Parlementerek ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê jî radigihîne ku çareserkirina pirsgirêka herêmên bi nakok tenê bi riya destura bingehîn gengaze û divê herdu alî rêz ji destura bingehîn re bigrin.

Parlamentera YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê Elmas Fazil li ser çareseriya pirsgirêka heremên bi nakok ji RojNews re axivî û got: “Divê hikumeta Herêmê û Navendî rêz ji desturê re bigrin. Ji ber ku destur li ser hemu tiştî ye. Ji ber pirsgirêkên di nava Herêm û Bexda de, pirsgirêka herêmên bi nakok gelek paşve ketiye, çareseriya pirsgirêkên herêmên bi nakok tenê li gorî desturê gengaze.

Elmas Fazil ragihand ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêka heremên bi nakok, hinek mesref ji xezineya Iraqê bê xerc kirin, da ku bikaribin tazmînata zirerên ku di encama ziyanan de çêbûne, bidin. Piştre divê bigerin ser naveroka xala 140 û rewşa herêmê bê asayîkirin, serjimêrî bê kirin û rapirsî bê encamdan.

Elmas got ku divê Hikumeta Herêmê jî vê yekê bêxe nava bernameya xwe, ji ber ku Kurd li wan herêman yekem pêkhatene ku zerer dibînin. Gelek xalên yasayê hatin rakirin û pirsgirêka mulkiyeta taybet jî bi vê çendê re rudaye.

Parlementera YNK’ê a li parlementoya Iraqê Elmas Fazil di dawiyê de got: “Çareseriya van herêman tenê bi riya desturê gengaze lê ji ber nakokiyên dinavbera hikumeta Herêmê û Hikumeta Navendî de 13 sale ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin.”