Dewleta Tirk bombe li mizgeft û malên li Çemankê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja 30’ê Cotmehê bombe li mizgeft û malên li gundê Bêdadê yê herêma Çemankê barandin. Herêm li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ye.

Ji şêniyên gundê Bêdadê Mam Ehmed nerazîbûn nîşanî êrîşan da û got, cihê van êrîşên dagirkeriyê yên dewleat Tirk ne di dînê Îslamê de heye, ne jî di baweriyeke din de. Mam Ehmed diyar kir, êrîş yekser li bawerî û nirxên wan hatiye kirin.

Mam Ehmed got, “Dewleta Tirk bi rêya van êrîşên dagirkeriyê dixwaze me bitirsîne û gundê me vala bike. Em ê li pêşberî van êrîşan paş ve gavê neavêjin.”

Mam Ehmed bang her kes û gelên ku van nirxên baweriyê diparêzin kir ku li gel têkoşîna wan cih bigirin.

NAVNÎŞANÊN ME

LI ME GUHDARKIN

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

JI BO ANDROID BARKIN

JI BO ANDROID BARKIN