Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza sala 2013`an de banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  kir.  Piştî banga Ocalan Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  hin amadekarî dihatkirin. Lê ji ber berjewendiyên hîn aliyên siyasî yên Kurdî nexasim Başûrê Kurdistanê, heta niha kongre pêk nehatiye.

Têkildarî mijarê parlamenterê berê yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mehmûd ji ajansa ANHA re axivî û got: “Belavbûna partiyên siyasî û nerazîbûna wan ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê re hêz dide dijminên gelê Kurd.”

‘Dewleta Tirk a dagirker di ezmûna şer de binket’

Salar Mehmûd destpêka axaftina xwe de diyar kir ku derbasbûna dewleta Tirk a dagirker ji axa Başûrê Kurdistanê li dijî qanûnên hikumeta Iraqê û yên navnetewî ye û got:“Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe sivîlan hedef digre. Mixabin hikumeta Iraqê û parlementoya Iraqê tu nerazîbûn li hemberî qetlîama sivîlan de hem jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê ser axa Başûrê Kurdistanê de nîşan nedaye. Dewleta Tirk a dagirker çar parçeyên Kurdistanê hedef digre û êrîş dike. Bi sedan sala ne gelê Kurd li dijî tang, top û êrîşên dewleta Tirk li berxwe dide. Diyar e ku heya niha bi van êrîşan dewleta Tirk tu encam negirtiye û ev êrîşên hovanê vîna gelê Kurd naşkîne.  Dewleta Tirk a dagirker di ezmûna şer de binket .” 

‘Aramiya Kurdistanê bi destê dagirkeran ve tê xerabkirin’

Salar Mehmûd diyar kir ku  gelê Kurd di Rojhilata Navînde gelekî zindî ye û mafê gelê Kurd e ku wekî hemû gelan li ser axa xwe bi azad bijî û wiha dewam kir:“Aramiya Kurdistanê bi destê dagirkeran ve tê xerabkirin. Ji bo em pêşî li wan dagirkeran bigrin pêwîst e yekitiya me were avakirin. Dewletên dagirker li dijî yekitiyê hîn zêdetir parçekirin û lawezkirina gelê Kurd tev digerin. Her wiha armancên dagirkeran ku nakokiyan bixin nav çar parçeyên Kurdistanê. Li hemberî vê yekê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  girîng e.”

‘Lidarxistina Kongreya Netewî serkeftina herî mezin e’

Salar  bal kişand ser yekitiya gelê Kurd û got: “Yekîtiya me we serkeftinê jî bi xwe re bîne. Gelê Kurdistanê ji hemû partiyên siyasî daxwaza yekbûnê dike. Yekitiya gelê Kurd û projeya hevbeş nîştimanî hebe wê Kurdistaneke aram jî bixwe re bîne. Mixabin hin alî xwe nadin ber Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê . Pêwîst e hemû berjewendiyên kesayetî were sekinandin û berjewendiyên gel esas werin girtin. Berjewendiyên gelê Kurd jî aşîtiya welat û xizmeta gel e.  Bi lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  wê serkeftina herî mezin be. Pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bi armanca sekinandina êrîşan û avakirina siyaseteke yekpar tevlî Kongreya Netewî ya Kurdistanê  bibin.”

‘Belavbûna partiyên siyasî hêz dide dijminên gelê Kurd’

Salar Mehmûd  dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:“Ji ber berjewendiyên hin partiyan, heta niha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  nehatiye lidarxistin. Nabe ku partiyên siyasî berjewendiyên xwe li pêşiya berjewendiyên gel bigre. Ji bo êrîşên li ser axa Kurdistanê were sekinandin divê demeke nêz de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin. Êdî dem dema wê ye. Hemû gelê Kurdistanê banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikin. Partiyên siyasî ku dibejin em deng û rengên gel temsîl dikin bila dengê gel jî  guhdar bikin. Belavbûna partiyên siyasî û nerazîbûna wan ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê re hêz dide dijminên gelê Kurd.”

ANHA