Heta îro 169 doz li Midura Karê Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundmê bi KHK’ê hat girtin Reyhan Çapan vebûn. Ji 15 dozên teqez bûn salek û 3 meh ceza û 131 hezar TL ceza li Çapan hat birîn. Çapan a ji 10’ê gulanê ve di girtîgehê de ye ji 63 dozan 13 sal û 6 meh cezayê hepsê û 220 hezar TL ceza lê hat birîn li îstînafê disekine.
Ji ber nûçeyên di rojnameyê de hatin weşandin bi îdayên cuda 169 doz li Midura Karê Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundmê ku Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin Reyhan Çapan vebûn. Ji van dozan 15 doz teqez bûn. 7 doz li dadgeha cezayê asliyeye ne, 76 doz jî li dadgeha cezayê giran in û bi giştî darizandina ji 83 dozan didome. 63 doz jî li dadgeha bilind û îstînafê li benda biryarê ne. Çapan ji 8 dozan jî berat bû.
Ji 15 dozên teqez bûn salek û 3 meh ceza û 131 hezar TL ceza li Çapan hat birîn. Çapan a ji 10’ê gulanê ve di girtîgehê de ye ji 63 dozan 13 sal û 6 meh cezayê hepsê û 220 hezar TL ceza lê hat birîn li îstînaf û dadgeha bilind disekinin.
DIBE KU DI NÎSANA 2019’AN DE DERKEVE
Ji ber cezayê salek û 3 meh ê li Çapan hatibû birîn ji aliyê dadgeha îdareyê erê kir, Çapan ji 10’ê gulana 2018’an ve girtî ye. Çapan li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dimîne. Heke cezayên din ên Çapan neyên erêkirin dê di nîsana 2019’an de ji girtîgehê derkeve. Heke cezayên din ên hepsê û pereyan bên erêkirin dê Çapan demek dirêj di girtîgehê de bimîne.