Nerazîbunên li dijî biryara Amerîka ya li ser sê şoreşgerên Kurd her ku diçe zêde dibin. Nivîskar û çavdêrê siyasî Kameran Gulpî li ser biryara Amerîka got ku Amerîka xweş PKK’ê nasdike, ev biryar ji bo xweşkirina dilê Tirkiye û AKP’ ye. Divê hemu gelê Kurd li dijî vê biryarê raweste.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Kamran Gulpî li ser xelata Amerîka ya li dijî şê şoreşgerên Kurd axivî û got: Amerîka baş dizane ku PKK rêxistinek bi disiplîne, di aliyê siyasî û çekdarî de jî ev 40 sal zêdetire ji bo gelê Kurd têdikoşe. Amerîka jî vê çendê dizane û vê biryare li dijî kê derxistiye. Xelat danîna ser şê şoreşgeran ji aliyê gelên azadîxaz ve tê redkirin, ji ber wê çendê ev biryar, biryarek şekliye.”

Gulpî di dawiyê de got: “Biryara Amerîka reklameke ji bo hilbijartinên pêşiya me yên  Tirkiyeyê ye. Pêwîste hemu gelê Kurd û aliyên siyasî li dijî vê biryarê rawestin. Ji ber ku sucê wan sê şoreşgeran ewe ku nunertiya gelê Kurdistanê kirine.”