Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku sûtemenî nayê dayîn, li gelek deveran birîna daran zêde bûye. Ev jî bandoriyê li jîngehê dike. Li Silêmaniyê ji ber birîna daran 35 kes hatine girtin.

Li Başûrê Kurdistanê bi hatina zivistanê re darbirîn zêde bûye. Di demsalên havînê de ji ber topbaran û bombabaranên Tirkiye û Îranê daristan wêran dibin, di demsala payîz û zivistanê jî ji ber nedana neftê welatî neçar dibin ji bo xwe germkirinê daran bibirin. Lê, ger wiha bidome û rê li pêşiyê neyê girtin, wê bandoriyek nerênî li jîngeha Kurdistanê bike.

Reveberê Ragihandina Polîsê Daristanan ê Silêmaniyê Hêmin Kemerxan li ser zêdebûna birîna daran û hewldanên wan ên pêşîlêgirtina birîna daran ji Rojnews’ê re axivî û got; “Niha demsala zivistanê ye, ji ber ku bi awayekî pêwîst neft nayê parvekirin, li herêmên çiyayî wê birîna daran destpê bike. Lewma weke polîsên daristanan li van herêman me tîmên xwe zêde kirine. Ji bo birîna daran rêziknameyekî me heye. Li gorî pîvanan çiqên daran tên birîn. Lê rê nayê dayîn dar bi qurm re were birîn. Dema ku ji qurm ve bê birîn, wê dar hişt bibe, lê dema çiqên wê bên birîn, wê ew dar mezintir bibe.”

Kemerxan eşkere kir ku hinek kes hene ji bo bazirganiyê daran dibirin û wiha pêde çû; “Em rewşa welatiyên li herêmên çiyayî û deverên sar dizanin çawane, li gorî destûrê jî welatiyên li wan deveran dikarin sûd ji daran bigrin, bi şertê ku li gel van desteyên me di nava têkiliyê de bin û haya wan jê hebe. Lê, hinek kes hene ji bo bazirganîkirinê daran dibirin, em vê çendê napejirînîn. Em wan kesan digrin û didin dadgehê.”

Reveberê Ragihandina Polîsê Daristanan ê Silêmaniyê Hêmin Kemerxan diyar kir ku di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de ji ber birîna daran 35 kes hatine girtin û got ku li gorî destûrê cezayê madî ji 100 hezar dînarî destpê dike, heta 2 milyon dînar.