Sibe li bajarê Palermo yê Îtalyayê kongreyeke navneteweyî der barê Lîbyayê de tê lidarxistin û dê 2 rojan dom bike. Li gorî rayedarên Lîbyayê tê payîn ku tê de gavên erênî bêne avêtin.

Yekitiya Ewropayê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku nûnera bilind a karûbarên derve û siyaseta ewlehiyê ya Ewropayê Federica Mogherini dê li ser navê Ewropayê beşdarî kongreya navneteweyî ya der barê Lîbyayê de bibe ku dê sibe li bajarê Palermo yê Îtalyayê were lidarxistin.

Hate zanîn ku civaka navneteweyî bi temamî piştgiriya pêkanîna plana Neteweyên Yekbûyî ya girêdayî Lîbyayê dike. Endamê Meclisa Bilind a Dewleta Lîbyayê Ad Kermûs guman kir ku gavên erênî di kongreyê de bêne avêtin, eger civaka navneteweyî rêbazên cuda û nû bide meşandin.

Hin aliyên siyasî yên Lîbyayê ji rojnameya El-Ereb re hêviyên ji kongreyê lawaz dîtin û diyar kir ku ev yek ji ber ku di navbera Îtalya û Fransayê de nakokiyên mezin der barê Lîbyayê de hene û her aliyek ji wan dixwaze nêrîna xwe li ser ê din ferz bike.

Lêkolînerê Lîbyayî Îmad Badî ji rojnameyê re got ku pêşbirka di navbera Roma û Parîsê de ew e ku însiyatîfeke bêçare bidin destpêkirin û ev yek rewşa bilokbûyînê li qada siyasî zêde dike û wiha domand: “Tişta girêdayî kongreya Palermoyê eşkere ye armanca wê li şûna çareserkirina aloziyê peydakirina hêzeke alîgirê civîna Parîsê ye.”