Li bajarokê Qeladiz semînerek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hat dayîn. Di semînerê de endama PYD’ê Eyşê Efendî û endamê kordînasyona TEVDEM Ehmed Şêxo li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê axivîn.
Di destpêkê de Eyşê Efendî axivî û got: “Şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojavayê Kurdistanê destpêkir û hêjî berdewam dike. Bi pêşengiya fikrê Rêber Ocalan hêza rewş ya DAIŞ hatin têkbirin û Kurdan di hemberî DAIŞ’ê de pêşengiyê kir. Ev yek hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê pêkhat. Çawa ku di dema dîl girtina rêber Ocalan de dewletan bazirganiyê kir, li Efrînê jî bi heman awayî carek din bazirganiyê li ser Kurdan dubare kir.
Rejîma Surye dibêje ku divê hun xwe radestî me bikin, li aliyê din Amerîka dibêje divê hun dibin sihbera mede bin. Çawa ku Amerîka li Başûrê Kurdistanê li duv berjewendiyên xwe deye, li Rojava jî bi heman awayi ye. Me li vir xeta sêyem hilbijart. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan serket û xew bi rêvebirina Rojava bûye mînakek ciwan ji bo mirovahiyê û hemu cîhanê.”
Endamê tevgera TEVDEM’ê Ehmed Şêxo jî balkêşa ser rewşa Rojava û got: “Dewleta Tirk ya dagirker bi hemu awayî dijayetiya Kurdan dike. Bi berxwedana gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk şikest, xeta sêyem ku dibin rêberiya Rêber Apo de ye, ji niha ve dewleta Tirk bi hemu hêza xwe û komên terorîst dijayetiyê dike. Em dibînin ku Tirkiye dixwaze demografiya Rojava û Efrînê biguhere.
Em li vir bang li gelê xwe dikin daku vegerin ser mal û milkên xwe, sîstema xwe rêvebirinê bi xwîna şehîdan hatiye ava kirin û niha gelên cîhanê bi vê sîstemê matmayî mane. Rojavayê Kurdistanê weke berê nema ye, gelek guhertin di ava kirinê de, xwendin û projeyên xizmetguzariyê de çêbûne. Em hêvî dikin her kes di ava kirina cihê bav û kalên me de cihê xwe bigre.”