Gelek serokdewletan îro berê xwe da paytexta Arjantînê Buenos Airesê da ku beşdarî Lûtkeya Lîderan a G20`an (Koma Bîstan) bibin, ku dê îro dest pê bike û 2 rojan dewam bike.
Dê bazirganiya navdewletî û geşkirina aboriya cîhanê, birêxistinkirina bazara pereyan a cîhanî, geşkirina sîstema pereyan a cîhanê û geşkirina mekanîzmeya çavdêriya wan, di lûtkeyê de bêne nîqaşkirin.
Piştî daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump ku tê de got ku ew nêzî çêkirina hevpeymana bazirganiyê bi Çînê re ne, lûtke pêk tê. Trump da zanîn ku ew amade ye hevpeymaneke bazirganiyê bi serokê Çînê Şî Cînpîng re çêkin. Tê payîn ku Trump bi serokê Çînê re di Lûtkeya G20`an li ser bazirganiyê nîqaşan bike.
Di çarçoveya dozên aborî di lûtkeyê de, tê payîn ku wezîrên aboriyê yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê mekanîzmeya bazirganiyê di navbera Yekitiya Ewropayê û Îranê de nîqaş bikin. Dewletên Ewropayê hewl didin ku awayên parastina têkiliyên bazirganiya bi Îranê re biparêzin, her wiha şîrketên xwe jî ji cezayên Amerîkayê diparêzin.