Piştî dagirkirina Efrînê di 18’ê Adarê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dest bi revandina şêniyan kirin. Dagirkeran kesên ku revandin wek amûrek şantajê li hember malbatên wan bi kar anîn da ku ji wan fîdye bistînin. Heta niha revandina xelkê efrînê berdewam e.

Çavkaniyek ji Efrînê ragihandin ku derdora 54 girûpên çekdar ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê hene û wiha dewam kir: “Girûbek sivîlekî direvîne û piştî ku pere jê destining serbest dihêlin. Roja din girûbek din wî direvînin û wisa didome.”

Ji aliyekî din ve welatiyek ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku beriya vê ji aliyê dagirkran ve ji gundê Dimilya  hatiye revandin. Ev welatî mîna bi hezaran ji xelkên Efrînê li girtîgehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rastî êşkence û talankirinê hatiye. Welatî behsa kitekitên girîng derbarê bûyerên ku li girtîgehên artêşa Tirk a dagirker û bi taybet ji hêla çeteyên Sultan Murad ve rû didin kir.

Welatî ji hêla koma El-Hemzat tevî dehan sivîlan hatine revandin. Çavên wan girêdan û ber bi cihekî bin erdê ve ku nikarîne nas bikin birine.

Çete girtiyan difroşin hev

Welatî got, piştî çend rojan ku li qebûyekî di bin erdê de maye, çeteyan ew bi buhayên ji 2 hezar dolar zêdetir firotine çeteyên Sultan Murad.

Welatî wiha domand: “Qebûya bin erdê ku ez lê dimam, girtîgeh bû di nav de jin jî zêdetirî hezar girtiyan di li wir hebûn. Çeteyên ku ez girtim piştre tevî 179 sivîlan ez firotim çeteyên Sultan Murad. Bi me re zarokên ku temenên wan di navbera 12-16 salî jî bûn hebûn. Careke din çavên me girtin û em birin. Lê me nizanî em li ku derê ne. Piştî ku em gihaştin cihekî ji me re gotin ku em li Tirkiyê ne.”

Welatî 6 mehan li girtîgehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê maye.

Êşkenceya li ser jinan

Heman welatiyê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê jinan bi armanca girtina fidyayan direvînin û derbarê buyeran de wiha axifî: “Jin ji hêla çeteyên Sultan Murad dihatin êşkencekirin. Dema ku ez li girtîgehên çeteyên Sultan Murad bûm, 2 jinan agir bi bedena xwe xistin.”

Şêwazên êşkencekirinê di nav girtîgehan de

Welatî şêwazên êşkencekirinê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi kar tînin bi bîrxist û got: “Kesên ku hatine revandin li navîna odeyê de bi benekî tên daliqandin û bi dayîna kehrebeyê, hilkirina neynûkan, qutkirina guh bi kêrê û helandina pilastîk li ser laşên wan û rijandina avê kelî li bedenê tên êşkencekirin.”

Her wiha welatî wiha domand: “Çeteyan bêserûber girtiyan dineqandin da ku wan êşkence bikin.”

Ji aliyekî din ve welatî got ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê her 24 saetan parçeyek nan didan girtiyan û wiha pê de çû: “Her 45 girtî di oadeyekê de diman. Ji bo birîndaran tu derman pêşkeş nedikirin. Ji ber birçîbûnê di girtîgeha çeteyên El-Hemzat de welatiyek mir, yekî din jî ku ji gundê Xelîlko bu di dema êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û yekî din jî ji ber birînên xwe yên kûr mir.”

Navên hindek ajanên ku bi dagirkeran re hevkar in

Welatî tekez kir ku gelek ajanên bi artêşa Tirk a dagirker re dixebitin hene û ev tişt anî ziman: “2 kes bi navên Zekeriye û Ebû Şêxo ji gundê Hesen û 3 kes bi navên Neşet Umer, Nîhad Bêrem û Xalid Hesen Cafer ji gundê Şûrbe bi dagirkeriya Tirk dixebitin.”