TEBQA – Radyoya Tebqa FM weşana xwe ya test li ser pêla 93.1 dike û 50 kîlometreçargoşe li hemû Tebqa û gundên wê, her wiha li hin cihên li bajarê Reqayê û gundên wê dişixule.
Radyo ji seat 6’ê sibehê heta 1`ê êvarê weşanê dike. Di weşanê de 3 bultenên nûçeyan hene; di seat 9`ê sibehê de bultena yekemîn derdikeve, saet di 12’ê sibê de bultena duyemîn û di seat 3`yê piştî nîvro de bultena sêyemîn dest pê dike. Her wiha radyo li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê jî weşanê dike.
Tê payîn ku di demeke kin de bernameyên serê sibê bikevin weşanê ku tê de beşên çandî, hunerî, tenduristî, cîhan û gelek mijarên cur be cur hene.
Her wiha dê bernameyek taybet ji bo jinan hebe, bernameyeke danûstanên civakî û hevpeyvînan jî hebe.
Xebatkarê radyoyê Imar Ardîn da zanîn ku dê Tebqa FM hin aliyên ji karên komîteyên rêveberiya sivîl li Tebqayê jî weşanê bike û hewl didin kanaleke taybet bi radyo li ser Youtubeyê jî vekin. Ardîn diyar kir ku Tebqa FM radyoyeke civakî ye û dengê civakê ye.
ANHA