Di hefteya 710’emîn de Dayikên Şemiyê aqûbeta Nazim Gulmez ê 60 salî ku bavê 9 zarokan bû û di 14’ê cotmeha 1994’an de hatibû windakirin, pirsîn. Di çalakiyê de xizmên windayan destnîşan kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê ev sê nifşin didome û dê heta dawiyê jî berdewam bike
Ji bo pirsîna aqûbeta zarokên xwe û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 710’an de jî xwestin li qada Galatasarayê çalakî li dar bixin. Dayikên Şemiyê ku di destpêkê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin qada Galatasarayê. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy û Huda Kaya û her wiha parlamenterê CHP’ê Alî Şeker jî amade bûn. Lê polîsan avahiya ÎHD’ê dorpêç kiribû û destûr nedan ku dayik ber bi qadê ve bimeşin.
Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin û pankarta ku wêneyên windayan li ser bû, hildan. Piştre jî li ber avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla endama Komîsyona Windayên Dibin Çavan de ya ÎHD’ê Sebla Arcan ve hat xwendin. Arcan da zanîn ku daxuyaniya li qada Galatasarayê û parvekirina fikrên wan, li gorî destûra bingehîn û zagonan mafekî herî rewa ye. Arcan got ku ev mafê wan bi zora polîsan tê bipêkirin.
Aqûbeta Nazim Gulmez vegot
Di berdewamê de jî Arcan aqûbeta Nazim Gulmez vegot. Daxuyanî wiha dom kir: “Nazim Gulmez ê 61 salî bû û bavê 9 zarokan bû. Gulmez li gundê Taşitli yê Hozat a Dêrsimê sewalkarî û çandinî dikir û dihat hezkirin. Di 14’ê cotmeha 1994’an de jî dema leşkerên Tûgaya Komando ya Boluyê li herêmê derketin operasyonê, Nazim Gulmez li malê hate binçavkirin. Leşkeran jê xwest ku li nava zeviyan ji wan re pêşengiyê bike. Leşkeran tevî Gulmez, 3 şêniyên din jî bi xwe re birin û hemû gundî şahidên vê yekê ne. 3 kesên bi Gulmez demek piştre hatin berdan lê heta niha jî tu agahî ji Gulmez nayên girtin. Malbata Gulmez ji bo aqûbeta wî serî li hemû rayedarên saziyên dewletê dan lê bê encam man.”
Ev 23 sal in li edaletê digerin
Di çalakiyê de xwişka Cemil Kirbayir a bi navê Fatma Kirbayir jî got ku ev 38 sal in li birayê xwe digerin û wiha derbirî: “Tevî ku dayika min hat vir û bi Erdogan re civiya jî tu encam derneketin. Erdogan got ‘Em dê bibînin’ lê tiştek derneket. Em tenê hestiyên xizmên xwe û edaletê dixwazin.” Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “23 sal in em li edaletê digerin. Em têkoşîna vê şermê li vir didin. Em têkoşîna li dijî sûcê li hemberî mirovahiyê didin. Ev sê nifş in têkoşîna me didome. Heta ku bi encam dibe jî dê bidome.”