YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 10 şervanên di êrîşa 24’ê Mijdarê ya di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bager Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li Dêra Zorê û şervanekî li Holê di êrîşekî sekvaniyê de şehdî bûbûn, eşerek kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
“Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di bin pêşengtiya hêzên YPG/YPJ de di çarçoveya pêngavê de derbên giran li çeteyan didin û ber bi Hecînê ve pêş ve diçin. DAÎŞ a li ber tunebûnê ye, bi armanca ku qada dawî ya ku di Sûrî de kontrol dike winda neke bi her cûreyî rêbazan êrîş dibe ser şervanan. Li hember van êrîşên ku di nav de wesayîtên bombebarkirî, sûdwergirtina rewşa hewayê ya xerab û her wekî din êrîşên întîxarî jî hene. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bi lehengane liberxwe didin û êrîşan vala derdixin. Di dîroka 24’ê Mijdarê de çeteyên DAÎŞ’ê ji rewşa hewayî jî sûdwergirtin û êrîşeke berfireh birin ser çeperên hêzên me yên li eniya bakûr rojavayê Hecînê da ku pêşiya pêşveçûnên hêzên me bigrin. Li dijî êrîşên çeteyan bersivdana hêzên me ve şerê dijwar di vê herêmê de qewimîn. Di şerê çend saet dom kir de êrîşên çeteyan bi temamî hat têkbirin. Di şer de derbên giran li çeteyan hat xistin û çete neçar man ku paş de birevin. Di têkbirina êrîşên çeteyan de 10 hevrêyên me bi lehengî şerkirin û gihîştine şehadetê.
Nasnameya şervanên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Çekdar Heleb
Nav û Paşnav: Ehmed Himêdan
Navê Dayikê: Nebha
Navê Bav: Cuma
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Egîd Amudê
Nav û Paşnav: Ebdilmihsin Eriyam
Navê Dayikê: Mekiye
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayibûnê: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Ela Til Temir
Nav û Paşnav: Ezîz Mihemed
Navê Dayikê: Necme
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Qehreman Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Cuneyd Ebdulah
Navê Dayikê: Hewa
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Remzî Zêdan
Nav û Paşnav: Mihemed Silêman
Navê Dayikê: Eyda
Navê Bav: Silêman
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Cemal Reqa
Nav û Paşnav: Ehmed Îsa
Navê Dayikê: Helîma
Navê Bav: Mistefa
Cihê Jidayibûnê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Kendal
Nav û Paşnav: Egab Taha
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Ezîz
Cihê Jidayibûnê: Til Ebyad
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Qendîl Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Mihmed Ehmed
Navê Dayikê: Zehiya
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayibûnê: Elok
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Ronî Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ebdul Wehab Xelîlo
Navê Dayikê: Sibhiya
Navê Bav: Ebdullah
Cihê Jidayibûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
***
Nasnav: Zinar Reqqa
Nav û Paşnav: Eymen El Mihemed
Navê Dayikê: Şimsa
Navê Bav: Ebdilrezak
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018
Di dîroka 26’ê Mijdarê de komeke veşartî ya DAÎŞ’ê li bajaroka Holê ya girêdayî Hesekê, li hember hevrêyên me yên ku li ser bendê kontrolê li ser erka xwe bûn êrîşeke sekvaniyê pêk anîn. Di vê êrîşê de hevrêyê me bi nasnav Bahoz Hesekê şehîd ket.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye.
Nasnav: Bahoz Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Zahir
Navê Dayikê: Enud
Navê Bav: Xidir
Cihê Jidayibûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol / 26’ê Mijdarê 2018
Em hevrêyên xwe yên ku li pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd ketine û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji serî de malbatên me yên şehîd û gelê me yê hêja re dixwazin.”