Piştî berxwedana 5 rojan ya endamên Tevgera Azadî yên li herêma Germiyan, iro asayîşê bi darê zorê endamên Tevgera Azadî ji baregeha wan derxist û baregeh hat vale kirin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê îro baregeha Tevgera Azadî ya li Germiyan jî girt. Li ser vê yekê daxuyaniyek a çapemeniyê hat dayîn.

Endamên Meclîsa Germiyan yên Tevgera Azadî li ser êrîş û zextên asayîşê yên ser baregeh û endamên Tevgera Azadî daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Germiyan Hawrê Cebar axivî û got: “Ev 5 roje êrîş û zextek mezin li ser baregeha me heye, bê ku belgeyek fermî nîşanî me bidin bi taybet li Germiyan hêzek mezin anîn ser baregeha me. Dinava baregehê de me binçav kirin, piştî 5 rojan îro bi darê zorê me ji baregehê derxistin û baregeh hat vale kirin.

Em vê biryarê weke biryarek dijminayî, bi taybet ya Tirkiyeyê binav dikin. Ya Tirs piştî bicihanîna vê biryarê ye, ji ber ku armancên wan metirsîdarin. Nediyare di dema bê de wê dagirker çi bi serê Başûrê Kurdistanê bênin. Emê weke Tevgera Azadî têkoşîna xwe dewam bikin û li pey rêbaza xwe bin. Ev biryar wê nebin sedemê westanê, em daxwaz ji hemu aliyên siyasî jî dikin daku helwesta xwe li dijî vê biryarê nîşan bidin. Ji ber ku ev biryar li dijî azadiyê ye. Ji ber ku bi vê biryarê tê dîtin ku Herêma Kurdistanê ne azade û ketiye bin siyaset û zexta Tirkiye û İranê de.”