Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ku ji hêla ‘Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî’ dest pê kir, di roja 8’an de ye. Çalakvanan banga kirin û gotin, “Em li dora Rêbertiyê xwe bicivin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û wekîla Colemêrgê Leyla Guven a ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kete roja 47’an. Bi heman armancê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger ji aliyê ‘Înîsiyatîfa ji Ocalan re azadî’ tê lidarxistin. Çalakî ketiye roja 48’an. Çalakvan ji ANF’ê re axivîn û banga, “Em li dora Rêbertiyê xwe bicivîn” kirin.

ÎMÎR: ARMANCA ME YA SEREKE RAKIRINA TECRÎDÊ YE

Ji çalakvanan Ramazan Îmîr bi bîr xist ku komploya li dijî Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat 20 sal li pey xwe hişt û got, “Rêber Ocalan 20 sal in li Girava Îmraliyê bi tena serê xwe tê girtin. Fikarên me yên li ser tenduristî û ewlekariya wî roj bi roj zêde dibin. Dixwazin ji aliyê fîzîkî ve Rêbertî tine bikin. Herî dawî beriya 2,5 salan bi birayê xwe re hevdîtin kir. Ji wê demê ve tu agahî jê nayê girtin. Ji bo wê tevahiya gelê Kurd di nava mereq û fikaran de ye. Gumanên me ne tenê ji dewleta Tirk in, fikarên me ji hêzên navdewletî yên statukoparêz û noker jî hene. Em dizanin ku ev konsepteke navdewletî ye.”

Îmîr di dewama axaftina xwe de anî ziman ku armanca wan a sereke bi dawîkirina tecrîdkirina Ocalan e û wiha pê de çû:

“Em dixwazin ku şandeyeke (ku ji parêzer, malbat û komeke siyasetmedaran pêk tê) biçe û pê re hevdîtinê pêk bîne. Dîsa divê saziyên pêwendîdar ên Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. Armanca me ya sereke ev e.”

ÛRAL: DIVÊ GELÊ ME BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Ji çalakvanan Agîd Ûral jî da zanîn ku tecrîdeke mezin li Ocalan hatiye ferzkirin û got, armanca wan ji vê çalakiyê rakirina tecrîdê ye. Ûral da zanîn ku heta dawî li tecrîdê neyê, agahiyekê ji Ocalan negirin wê çalakiya xwe bidomînin û got, “Banga min li ciwanan jî ew e ku gel birêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Ancax em dikarin wiha tecrîdê bişkînin.”

SURGUT: EM BI BIRYAR IN

Denîz Surgut jî da zanîn ku ew di roja 8’an a çalakiya xwe de ne, moralê wan bilind e û heta çalakiya wan encam negire wê dev jê bernedin. Surgut got, “Divê gelê me jî me bi tenê nehêle û li her derê bikeve nava liv û tevgerê. Ji bo azadiya Rêbertî gavan bavêje. Em bi biryar in ku çalakiya xwe heta emcamgirtinê bidomînin.”

SOLHAN: ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ DIVÊ BIKE

Kerem Solhan anî ziman ku bi biryar in çalakiya xwe heta encamgirtinê bidomînin û got, “Gelê me li ku derê be divê tevlî vê pêvajoyê bibe. Ji destê kê çi tê divê bike.”

Ayvaz Ece jî dilxweşiya xwe ya ji ber serdana gel a ji bo çalakiya wan anî ziman û got, “Heta tecrîd neyê şikandin em li vir in û em ê çalakiya xwe bidomîn. Divê gelê me li dora Rêbetî bicivin. Roj ev roj e. Îro rojeke pîroz e. Divê em yekitiya xwe çêbikin û bi ser bikevin. Ji bilî serketinê şensê me nîne.”