&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro 816mîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwazî bikin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re bikin.

&- Dadgeha Destûrabingehîn daxawza tedbîrê ya li Îmraliyê red kir.

&- Leyla Guven, di roja 48mîn ya greva birçîbûnê de, doh bi malbata xwe re hevdîtin kir, Çalekiya greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dewam dikin. û li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya ku di 17’ê Kanûnê dest pê kir, 8 roj li pey xwe hişt.

&- Artêşa Dagirker a Tirk, Cîhwarên Sîvîl bombaran kir, 2 gundî birîndar bûn.

&- Di şerê tûnekirina çeteyên DAIŞê de, li Hecînê 30 çete hatin kuştin.

&- Li Îdirê polîsan di 18’ê kanûnê de bi ser malan de girtibûn û 9 kes binçav kiribûn û ji wan 3 kes hatin girtin.