Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe 79 rojin di greva birçîbûnê de ye, piştî tahliye bû anîn mala wê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Guven li mala wê ziyaret kir û ji ber piştevaniya gel spasiya xwe anî ziman. Buldan, piştî Guven li mal ziyaret kir peyama Guven a “Ger ku daxwazên min bên qebûlkirin û hevdîtin dest pê bike, ez dikarim biryara xwe biguherim.” parve kir.
img Leyla Guven anîn mala wê Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
