Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 7ê Çile 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gohdarên hêja, emê bûltena rojê pêşkêş bikin, niha jî ser çendnûçeyên me…

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê, destnîşan kir ku AKPê û kujer wê werin qedandin.

&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro ket roja 61. Hejmara girtiyên ku bi awayekî bê dorveger û bê dem dest bi çalakiyê kirin jî, bû 156.

&- Hevseroka Konseya Rêveber ya KCK’ê Besê Hozat, dazanîn ku grevên birçîbûnê sekneke Apoyî ye.

&- Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal di civîna gel a li bajarê Belçîka Lîegê de axivî û got; “Divê xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkevin.”

&- Çalakiya greva birçîbûna bê dem û bê dorveger ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan ya li Strasboûrgê, di roja 22an de dewam dike.

&- Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, li bajarokê El-Sûsayê bi sedan sivîl ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

&- Polîsên kontra yên dewleta AKPê, li Edenê dixwaze li ser ciwanên HDP’ê sixûriyê ferz bike.