Şaredariya Gel a Reqayê xebatên nû yên paqijiyê dan destpêkirin da ku jiyan vegere kolanên bajêr û  bi taybet taxên niştecih lê hene.

Bi slogana “Bi hev re em şaristaniyê vegerînin bajarê Reqayê” Şaredariya Gel a Navendî ya Reqayê ji bo vehesiya hemwelatiyan kar dike û piştî xizmetên giranbuha gelek cih ji bajêr sererast kirin û îro karê şaredariyê ket qonaxeke nû. Şaredariyê  zêdetirî ji sedî 70 ji bajarê Reqayê paqij kiriye û hîn paqijkirin li taxên din berdewam e.

Piştî wêranbûna di encama şer de derketiye û  tevî derfetên kêm, lê şaredarî armanc dike jiyan vegere kolanên bajêr û dîmeneke xweşik li wan kolanan xuya bike.

Gerînendeyê Buroya Paqijiyê Ebdilselam El-Elî El-Ismaîl ji ajansa me Hawarê re destnîşan kir  ku paqijî roleke girîng di pêşketina civakan û jiyana şaristaniyê de dilîze.

Erebeyên komkirina sergo û çopê yên girêdayî şaredariyê, rojane bi karê komkirina qirêjiyê ji kolanên herêmê û şewitandina wê li cihên tayebt radibe. Rêjeya kirs û kaşên ji bajêr tê rakirin rojane 600 metrekabik û mehane 18 hezar metrekabik e.

Şaradariya gel  taxên El-Mişeleb, El-Idxar, El-Ferdos, El-Nehda, El-Muxtelata, El-Seken El-Şebabî, El-Deriyê, Remliyê, El-Ferat, El-Teyar, El-Tewesuiyê, taxa navendî di herêma El-Reqe de paqij kirine. Tevî taxên sereke di herêmê de wekî taxa El-Qetûlî, El-Wadî, El-Sea, 23’yê Sibatê, Sêf Dewlê, El-Mensûra, El-Mûcema û Girê Spî paqij kirin.

Hêjayî gotinê ye ku şaredarî di karê paqijkirina taxan de berdewam e.  

(ekîb)

ANHA