Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Qeretepe kirin. Niştecihên gund jî bersiva çeteyan dan û şer rûda. Çete ketin nava gund, welatiyek revandin û yek jî birîndar bû.


Êrîşên çeteyên DAIŞ yên li ser gund û navçeyên herêma Kurdistan û Iraqê berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ êrîşê gundê Seyf Seed a ser bi navçeya Qeretepeyê kirin.

Li ser vê mijarê berpirsê komîteya navçeya Qeretepe yê ser bi Yekitiya Nîştimana Kurdistanê Mihemed Umer ji RojNews re axivî û got: “Duh bi şev çeteyên DAIŞ êrîşê gundê Seyf Seed yê ser bi navçeya Qeretepeyê kirin. Niştecihên gund jî bersiva çeteyan da û nêzî saetekê şer dewam kir. Di encama êrîşê welatiyek birîndar bû û çete ketin nava gund û welatiyek jî revandin.”

Hêjayê gotinê ye di dawiya sala 2017’an de jî çeteyên DAIŞ êrîşê gundê Seyf Seed kiribûn û encûmenê gundê Seyf Seed revandibûn. Piştî wê çeteyan bi videoyekê wêneyên qetil kirina encûmenê gund belav kiribûn.

Gundê Seyf Seed dikeve Bakurê Rojhilatê navçeya Qeretepe a ser bi Xaneqînê. Ti noqteyên parastinê yên artêşa Iraq û Heşdî Şehbî li nêzî navçeyê nîne.