Aktîvîstên Tevgera Şoreşger û JXK’ê li herêma Sacré Cœur a Parîsê çalakiyek li dar xistin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo bidawîbûna tecrîdê û piştgiriya ji grevên birçîbûnê re tên lidarxistin dewam dikin.

Komek ji ciwan doh li herêma Sacré Cœur (Dêra Spî) ya li paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û çalakiyek li dar xistin.

Li ser pêlikên Sacré Cœurê bi gelek zimanan pankarta bi nivîsa “Free Ocalan” hate vekirin û alên PKK û posterên Ocalan hatin hildan.

Ciwanan li çar aliyên dêrê dûyê bi rengê kesk, sor, zer û mor hil kirin.

Tûrîstan jî bi çepikan piştgirî dan çalakeran.

Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Kujer Erdogan” qîriyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” gotin.

Di çalakiyê de gelek belavok li ser armanca çalakiyê hatin belavkirin.