MÊRSÎN –  Mervan Sûngûr ku 50 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: “Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji rêya xwe bernedin.”  Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 109’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li 62 girtîgehan 317 girtî jî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Tarsûsê Mervan Sûngûr ku ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyamek şand.  Sungûr, 7 sal berê bi bi hinceta kevir avêtiye polîsan hat girtin û 4 mehan di Girtîgeha Tîpa M a Pozanti ya Zarok û Ciwanan de jî maye. Sûngûr, di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 12 sal ceza lê hat birîn.  ‘EM Ê DEV JI VÊ RÊYÊ BERNEDIN’  Dayik Avniye Sûngûr, diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê girtîgehê 3 mehan cezayê hevdîtin û mehekê jî hevdîtina bi telefonê li kurê wê biriye. Sûngûr, anî ziman ku herî dawî wan di 8’ê Sibatê de hevdîtin çêkiriye.  Dayik Sûngûr, bilêv kir ku kurê wê zihîf bûye û gotiye: “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Heta ev tecrîd neyê şikandin em ê dev ji çalakiya xwe berndein. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji rêya xwe bernedin.”  ‘DIVÊ HERKES TEV BIGERE’  Dayik Sûngûr, destnîşan kir ku ew xwedî li çalakiya kurê xwe derdikevin. Sûngûr, anî ziman ku moralê kurê wê û hevalên wê xurt e û ev yek hêz û quwetê li wan jî zêde dike. Sûngûr got: “Bila herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin. Ji bo şikandina tecrîdê ne tenê em divê herkes tev bigere.”  MA/ Ergîn Çaglar