Yekîtiya Navnetewî ya Parlamenteran (IPU) bi daxuyaniyekê bal kişande ser problemên parlamenteran ên li cîhanê. Di daxuyaniyê de hate gotin li Tirkiyê ti yasayên ku mafên parlamenteran biparêzin nîn in û hişyarî li Tirkiyê hate kirin.
Komîteya Mafê Mirovan a IPU’yê ya ku navenda wê li Cinêvê ye heftiya bihurî ji 37 welatan ji bo binpêkirina mafan a 417 gotûbêj bike civiya û biryarên ku hatine standin ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin nexasim li Wenezuelaa, Maldîv, Bahreyn, Kolombiya, Yemen, Kuweyt, Ugandayê û li gelek welatan tundiya fizîkî li parlamenteran tê kirin, têne girtin û rasterast hikûmet zextê li ser wan dike.
IPU’yê bang li rayedarên hikûmetên navborî kir ku mafên parlamenterên muxalîf werin parastin û got nayê qebûlkirin ku kesên ku hatine hilbijartin tenê ji bo ku muxalîf in mafê wan werin binpêkirin.
‘TIRKIYE HÊ JÎ FIKARAN ÇÊDIKE’
Di daxuyaniyê de pirsgirêkên parlamanterên li Tirkiyê dijîn hate destnîşankirin, li Tirkiyê li gel hişyariyan jî ti biryareke ku mafê parlamenteran biparêzer nehatiye standin. Hate gotin, ”IPU, li ser rewşa parlamenterên berê û niha yên muxalîf ên li Tirkiyê fikaran dike. Di vê mijarê de divê tevdîr werin standin.”
BERIYA NIHA JÎ BANG KIRIBÛ
IPU’yê beriya niha jî bi daxuyaniyekê gotibû parlamenterên HDP’ê rasterast di hedefa hikûmetê de ne, girtina Hevserokên berê yên HDP’ê û parlamenterên din ên HDP’ê bi zimanekî tund rexne kiribû, xwestibû ku werin berdan. Hatibû destnîşankirin ku hikûmet yasayên têkoşîna dijî terorê ji bo xwe bi kar tîne, pê dixwaze dengê parlamenterên muxalîf bibire û bang li hikûmeta AKP’ê kiribû ku di vê xalê de yasayayan biguherîne.