Li Îranê, ku di bin zexta navneteweyî de ye, bi wesîleya salvegera 40’î ya Şoreşa Îslamî efû derket.

Lîderê dînî Ayetûllah Alî Hamney diyar kir, gelek girtî wê bikevin ber efûyê.

Hamaney eşkere nekir ku çend girtî bikevin ber efûyê, lê belê li gorî hin saziyên medya Îranê nêzî 50 hezar kes wê bikevin ber efûyê. Nayê zanîn ku destpêkê kî ji efûyê sûdê werbigire.

Serokê Erka Dadgeriyê Sadik Larîcanî 4’ê Sibatê daxuyaniyek da û got, “Nêzî 50 hezar girtî wê werin berdan, ya jî cezayê wan bê kêmkirin.”

Li gorî hejmarên fermî, nêzî 250 hezar kes li Îranê girtî ne. Larîcanî negot ku girtiyên siyasî bikevin ber efûyê yan na.

Biryara efûyê di demeke welê de hate dayin ku DYE’yê zextên xwe li ser rejîma Îranê zêde kiriye.