Washington carek din li Sûriyê kaxiz li hev xistin û biryara xwe ya vekişîne diguherîne, lê ev yek planên Tirkiyê tevlihev dike. Ji aliyekî din ve QSD`ê ji rizgarkirina bargeha dawîn a DAIŞ`ê nêzîk bûye. Her wiha aliyên Yemenî bicihanîna qonaxa yekemîn a hevpeymana ji nû ve belavkirinê asteng dikin. li Sûdanê jî asta xwepêşandanan zêde dibin heta ku gihaştin qesra El-Beşîr.


NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereb vê hefteyê behsa şerên li dijî DAIŞ`ê, tevgerên Amerîkayê di karûbarên Sûriyê de, her wiha diyalogên Yemen û bilindbûna asta xwepêşandanên Sûdanê kirin

Şerq El-Ewsat: Parîs ji bo Kurdan ne bê wefa ye

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî wiha nivîsî: “Parîs di mijara rewşa Kurdan a piştî şerê li dijî DAIŞ`ê û vekişîna hêzên Amerîkayê de hîna tu çare nedîtiye, lê li gorî çavkaniyeke fransî ya bilind, Parîs der barê mijarê de bi fikar e û xwe weke dostê Kurdan dibîne.”

Li gorî rojnameya La Parezan wezîra parastinê ya Fransayê Florence Parly gotiye welatê wê “ne bê wefa ye” li beramber “pir tiştên ku hevparên me yên hêzên Sûriya Demokratîk dane.”

El-Beyan: Rojhilatê Firatê xwe amade dike ku ji DAIŞ`ê xelas bibe

Rojnameya El-Beyan jî behsa şerê QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê kir û got:”Rojhilatê Firatê ya Sûriyê xwe amade dike ku ji cihê herî dawî yê rêxistina DAIŞ`ê xelas bibe, dibe ku îro dawîbûna DAIŞ`ê were ragihandin. Çavkaniyekî ji QSD`ê diyar kir ku erebeyên mezin derbasî cihê herî dawî yê rêxistina DAIŞ`ê li Rojhilatê Firatê ya Sûriyê bûn, da ku sivîlan derxînin.”

Rojnameyê wiha domand: “QSD`ê dibêje cudakirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxozê gavek krîtîk ji serwerkirina herêmê tê hesibandin. Şahidekî ku nêzî Baxozê ji ajansa Reutersê ragihand ku wî bi dehan erebeyên mezin li ser riya ber bi gundê ve dîtine.”

Şerq El-Ewsat: Amerîka bi Kurdan re danûstandinan dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Serokê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Joseph Votel duh serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Votel di roja din de, bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk ku ji Kurd û Ereban pêk tê, rûnişt û mijara derketina Amerîkayê nîqaş kirin.”

El-Ereb: Redkirina Parîs û Londonê ji bo dagirtina valahiya Amerîkayê li Sûriyê, planên Trump xistin nava metirsiyê

Rojnameya El-Ereb wiha got: “Çavkaniyên çapemeniyê yên Amerîkayê ragihand ku hevalbendên DYA`yê yên Ewropayê red kir ku valahiya ku wê hêzên Amerîkayê li Bakurê Sûriyê çêke, dagirin. Ev yek jî dê planên DYA`yê yên têkildarî vekişandina bilez a ji Sûriyê, bixe nava metirsiyê. Bi taybet li gel tunebûna lihevkirinekê bi Trikiyê girêdayî mijara êrîşkirina QSD`ê yak u Kurd serkêşya wê dikin”

Şerq El-Ewsat: Ji bo pêkanîna peymana Edeneyê di navbera Mosko û Enqerayê de du girêk hene

Rojnameya Şerq El-Ewsat got “Çavkaniyên doplomasî rojavayî ji Şerq El-Ewsat re teqez kirin ku di mijara pêkanîna peymana Edenayê de ya di navera Enqere û Şam de ku vedigere sala 1998‘an  du girêk di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene. Li gorî peymanê artêşa Tirkiyê dikarî bi 5 kîlometreyan derbasî Bakurê Sûriyê bibe û şerê terorê bike.”

El-Ereb: Biryara Amerîkayê ji bo Tirkiye, Rûsya û El-Esed nameyek bû

Rojnameya El-Ereb der barê biryara nû ya Amerîkayê ya hiştina hêzên xwe li Sûriyê de wiha nivîsî: “Di encama fişarên li ser serokê Amerîkayê Trump de têkildarî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Amerîka dê bi hêzeke sembolîk be jî mayina xwe li herêmên rojhilatê Firatê dewam bike. Ev biryar di hundirê xwe de ji bo Rûsya, Tirkiye û Îranê û rejîmê Sûriyê jî gelek nameyan hildigire.”

Şerq El-Ewsat: Amerîka bi Kurdan re danûstandinan dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Serokê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Joseph Votel duh serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Votel di roja din de, bi fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk ku ji Kurd û Ereban pêk tê, rûnişt û mijara derketina Amerîkayê nîqaş kirin.”

Ukaz: Rûhanî dê serdana Bedadê bike

Rojnameya El-Ukaz li ser zimanê çavkaniyên Iraqê detayên serdana serokê Îranê Hesen Rûhanî ku tê payîn were Iraqê, eşkere kirin. Li gorî çavkaniyan, wê Rûhanî bi serokkomar, serokwezîr, serokê parlamentoyê û blokên siyasî yên parlamentoya Iraqê re bicive.”

El-Ereb: Griffiths li Senaayê da ku hişyarî bide Husiyan ji guhertinên navdewletî li hemberî wan

Der barê mijara Yemenê de rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsî: “Nûnerê navdewletî bo Yemenê Martin Griffiths ku ji nişka ve serdana herêmê dike. Xuya ye der barê aloziya Yemenê de hin lihevhatinên navdewletî di civîna Warsawê de çêbûne.

Çavkaniyên siyasî dibêjin ku Griffiths dê nameyeke nû bide Hûsiyan, beriya civîna Konseya Ewlekariyê na Neteweyên Yekbûyî ku tê payîn roja duşemê li dar bikeve, name jî ew e ku êdî hewlwesta navdewletî li dijî Hûsiyan bûye yek.”

Rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Piştî civîna Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi çend saetan, Hûsiyan agirbest li parêzgeha El-Hudeyda binpê kir. Nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths û serokê şandeya NY’yê ji bo pêkanîna hevpeymana Stockholmê general Michael Lolisgaard  bi hikumeta Yemenê û Hûsiyan re dikevin nava peywendiyan da ku binpêkirinan rawestînin.”

Ronameya El-Beyan: Metirsiyên Amerîkayê ji pêşdeçûna rola Huzebellah di hikumeta Lubnanê de

Her wiha têkildarî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El-Beyan got:”Bayloza Amerîka ya li Beyrûtê Elizabeth Richard  duh ji serokê hikumeta Lubnanê re Seed El-Herêrî re gotiye ku  ew derbarê  rola rêxistinê ku pêsxasin xwe di huikumetê de hene bi fikar in. Elizabeth Richard bi vê yekê îşaret bi Huzebellah kir.”

El-Ereb: Rêjîma Sûdanê ji mayînl soz ji Tirkiyê digire

Der barê mijara Sûdanê de jî, rojnameya El-Ereb wiha got: “Wezîrê hikumeta Sûdanê roja duşemê got Tirkiyê teqez kiriye ew ê piştgiriyê bidin wan da ku îstiqrar li tevahiya Sûdanê di vê pêvajoya siyasî de pêk were.”

Şerq El-Ewsat: Ferzkirina rewşa awarte li Sûdanê

El-Şerq El-Ewset der barê aloziya li Sûdanê de wiha nivîsand: ” Piştî zêdetirî 2 mehan ji xwepêşandanan li dijî hikumetê da ku pergala ji 30 salan ve serwere were guhertin, Sûdan duh kete pêvajoyeke nû ya Aloziyê, serokê welêt Umer El-Beşîr ji bo salekê rewşa awarte ragihand. Di heman demê de bi danûstandina bi muxelefitê re didomîne.”

Şerq El-Ewset: Pûtîn gef li Amerîkayê xwar ku wê bike armancên moşekên xwe

Têkildarî rewşa Rûsya û Amerîkayê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser gefên Pûtîn ên li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û wiha got:” Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gef li DYA`yê xwarin ku ew ê DYA`yê bike armanca moşekên Rûsyayê, ev gef jî wek bersiva gefên DYA`yê yên belavkirina sîstema moşekan li Ewropayê ye.”

El-Ereb ji peymana serdemê heta şerê li dijî Îranê.. herêm girêdayî hilbijartinên Îsraîlê

El-Şerq El-Ewsat: Alîkariyên Amerîkayê dê bibe sedema pevşînan li Venezuelayê

Di mijara Venezuelayê de rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: “Hewldana lîderê opozîsyona Venezuelayê Juan Guaido ku bi rêya Kolombiyayê alîkariyên Amerîkayê derbasî welêt bike, dê bibe sedema pevçûnan, piştî ku di rewşeke mîna wê de du kes li başûrê rojhilatê welêt di pevçûnên bi artêşê re hatin kuştin.”

(şx)