Rewşa tenduristiyê ya Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ê di greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dom dike debû giran bû, bang li ambûlansê hate kirin.
Li ser giranbûna rewşa Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E) Yuksek Koç ku di roja 47’an de, bang li ambûlansê hate kirin. Bi hatina ambûlansê re tîmên tenduristiyê jî amade bûn û kontrola Koç kirin.
HATE RAKIRINA NEXWEŞXANEYÊ: SERÛMÊ RED KIR
Tîmên tendurisiyê yên Fransî ku Koç kontrol kirin diyar kirin ku divê bi lezgîn Yuksek Koç rakin nexwenxaneyê. Koç ê bi armanca teşxîskirinê rakirin nexweşxaneyê, li ser pêşniyara tîmên tenduristiyê ya serûmdayînê red kir.
ROJÊN DAWÎ REWŞ GIRAN BIBÛ
Dr. Fahrettîn Gulşen ê li ser rewaş Koç agahî da, anî ziman ku di astekî zêde de Koç bêhal e, her wiha êşekî mezin di sing û zikê wî de heye.
Dr. Gulşen ê danê nîvro agahî da, diyar kir ku ji nêz ve li rewşa Koç dinêre, diyar kir ku dibe ev êş ji ber spazmaya dil derketibe holê.
Dr Gulşen diyar kir ku dibe êşa zik a Koç jî ji ber vê yekê be, got: “Ji bo vê biryar hate girtin ku bê şandina nexweşxaneyê.”
Dr Gulşen da xuyakirin ku tîmên tendurisiyê yê bi ambûlansê re hatine Koç kontrol kirin. Dixtorên Fransî jî diyar kirin ku divê bê rakirina nexweşxaneyê. Agahiyên hê berfirehtir piştî kontrola li nexweşxaneyê û şûnde wê bê dayîn.
Dr. Gulşen ê danê nîvro agahî da, diyar kir ku ji nêz ve li rewşa Koç dinêre, eger rewş normal nebe, dibe rakin nexweşxaneyê. Koç ê 55 salî, yek ji 14 kesên di grevê de yê rewşa wî herî hesas e.