Çeteyên DAÎŞ’ê û sivîlên ku ji gundê Baxozê reviyan, bi rengekî girseyî xwe gihandin nuqteyên QSD’ê. Piştî ku tên kontrolkirin ber bi kampan ve tên şandin.

Doh tevahiya rojê bi hezaran kes teslîmî QSD’ê bûn ku çeteyên DAÎŞ’ê jî di nav wan de hebûn. Çeteyên DAÎŞ’ê û sivîl, piştî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin kontrolkirin, ber bi herêmên ewle ve hatin şandin.

Nûçegihanên ANF’ê yên li herêmê dîmenê wê kêliyê kişandin…