&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 128’an.

&- Parlementera Podemos a Îspanyayê Urban Crespo ya ku endama Parlementoya Ewropayê ye çû serdana çalakgerên Strasboûrgê.

&- Sedat Akin ku li Girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ku hat berdan, çalakiya xwe niha li malê didomîne.

&- Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 31’ê ya komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexsê şehîdên Helebçe û Enfalê de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hemû bi bîr anî.

&- Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Oltu, di rûniştina dadgeha xwe de, parastina xwe kir û got, ji bo tecrîda li Îmraliyê bê rakirin 14 roj din di greva birçîbûnê de me. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.

&- Li seranserê Ewropayê jî pêla çalakiyên li dijî tecrîdê û piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê berdewam dike.

&- Doh li Babê teqînek pêk hat. Di teqînêde 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku çalakî ji aliyê şervanên wan ve hatiye kirin.