Mamostayê Zanîngehê Dr.Kamûran Berwarî diyar kir ku pêwîste rewşenbîr ji bo nêzîhevkirina partiyên siyasî û danîna stratejiyek netewî rolê xwe bilîzin. Herwiha Berwarî got: “Xêzkirina nexşeya siberojê û parastina destkeftiyên niştîmanî erkê rewşenbîrane.”


Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel û Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr.Kamûran Berwarî têkildarî giringiya rolê rewşenbîran ji bo pêkanîna yekitiya netewî ya Kurdan, ji Rojnews’ê re axivî.

Dr.Kamûran Berwarî diyar kir ku erkê rewşenbîrane rolê parêzertiyê ji bo gel û welatê xwe bikin û wiha got: “Erkekî din yê rewşebîran xêzkirina nexşeya siberojê û parastina destkeftiyên niştîmanî ne. Ji bona vê ev qonaxa ku em niha têde derbaz dibin gelek giringe. Qonaxa azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê ye.”

Berwarî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku giringe Kurd di sedsala 21’an de rolekî serekî ji bo aramiya Rojhilata Navîn û cîhanê bilîzin. Divê Kurd xwe di aliyê siyasî de bidin nasandin û di hemû navendên navnetewî de rolê xwe bilîzin.”

Berwarî di dewama axaftina xwe de balkişand ser giringiya sîstema Konfederalîzma demokratîk û wiha qala wê kir: “Niha rolekî mezin dikeve ser milê Kurdan. Bi taybetî di warê sîstema konfederalîzma demokratîk de ku nûtirin fikir û felsefe ye di cîhanê de. Ewjî li ser fikra Rêber Apo pêkhatiye. Ev fikir û felsefe dikare di sedsala 21’an de mirovahiyê rizgar bike.”

Herî dawî jî Dr. Kamûran Berwarî têkildarî rolê rewşenbîrên Kurd ev tişt gotin: “Erkekî gelek giring dikeve ser milê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd ku bikarin aliyekî wijdanî bigrin. Jibin bandora hizban derkevin û bikarin destkeftiyên Kurdan di vê qonaxê de bi parêzin.”

(şk)