Li gorî daneyên fermî li gorî sala 2017’an di sala 2018’an de rêjeya bi karanîna madeyên hişber li Herêma Kurdistan gelek zêdetir bûye. Pisporê madeyên hişber Sedîq Mihemed jî diyar kir ku bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistan bi awayek berbiçav zêde bûne.
Li gorî daneyên fermî yên Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Medeyên Hişber li Herêma Kurdistan, di sala 2018’an de 415 kg madeyên hişber hatine desteserkirin. Herwiha 941 kes jî bi tohmeta bikaranîn û bazirganîkirin bi madeyên hişber hatine binçavkirin. Di sala 2017’an de 569 kes bi vê tawanbariyê hatibûn girtin.
Pisporê madeyên hişber û Derûnas li Nexweşxaneya Deronî ya Hewlêr Sedîq Mihemed Heme Şerîf, têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Li gorî lêkolînên ku li ser madeyên hişber hatî kirin, rêjeyek berbiçav ya kesên ku hem bikartînin hemjî bazirganiyê pê dikin hene. Piraniya van kesan jî ciwanin. Temenê wana jî dinavbera 14 ta 25 salî de ne. Em di wê baweriyê de ne ger pêşî lê neyê girtin, wê ev yek êdî wekî tiştek ji rêzê lê were.”
Di dawiyê de jî Sedîq Mihemed diyar kir ku ji bo rê li pêşiya vê metirsiyê were girtin divê hikûmet hinek rê û rêbazên tund bigre û axaftina xwe wiha bidawî kir; “Divê hikûmeta Herêmê sinorê dinavbera Herêm û Îran û Îraqê de baş kontrol bike. Herwiha navendên rewşenbîrî werin zêdekirin ji bo hîn zêdetir civak di derbarê metirsiya van madeyan de were hişyarkirin.”
(şk)