Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sîstema xwerêvebirinê, hemû hewldanên tevliheviyê têk birin. Êrîşa ku roja 11`ê Adara 2014`an li dijî Şaredariya Gel a Qamişlo pêk hat, bû pêngaveke veguherînê, gelên herêmê vîna xwe raber kir û hemû planên têkbirina Rêveberiya Xweser têk birin.

EHMED MIHEMED/ NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, piraniya herêmên Sûriyê bûne qadên pevçûna di navbera rejîmê û opozîsyona girêdayî derve de. Pêkhateyên Rojava xwe neda tu aliyan û xeta sêyemîn hilbijart û li dijî hemû astengiyan li ber xwe da.

Têkoşîna li hember astengiyan bi rêya birêxistinkirina civakê û avakirina saziyên civaka sivîl, meclis û komînan pêk hat, ev têkoşîn li ser bingeha jiyana hevbeş pêk hat. Van saziyên ku hatin avakirin, hemû kar û barên civakê dane ser milên xwe, her wiha li eniyên şer jî Yekîneyên Parstina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) herêm ji êrîşên dijminan diparastin.

Komîn yekemîn kombûna civakî ye, dîroka wê digihêje nêzî 10 heta 11 hezar salan. Ew şaneya herî biçûk ya civakê ye. Wateya wê ya civakî jî ew e ku komek xelk ên ku li heman deverê dijîn, li hev kom dibin, mijarên xwebirêvebirinê û parastinê gotûbêj bikin û bi awayekî hevbeş hemû beşên jiyanê yên çandî, tenduristî, civakî û pîşesazî bi rê ve bibin.

Meclis jî dikare wek kombûna komînan bê danasîn, bi pêşketina xebatê re pêwîst e komîn li hev kom bibin û mijarên xizmetguzariyê gotûbêj bikin, lewma meclis hatin damezirandin. Anku dikare bê gotin ku meclis ji nûnerên gelek komînan pêk tê.

Di nava komîn û meclisan de komîteyeke bi navê Komîteya Xizmetguzariyê heye, ev komîte hemû kar û barên xizmetguzariyê yên komîn û meclisan pêk tîne. Ji ber ku herêm di dema rejîma Baasê de ji aliyên xizmetguzariyê de hatibû paşguhkirin, roja 17`ê Gulana 2013`an nûnerên komîteyên xizmetê yên bajarê Qamişlo li hev civiyan û konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de biryara avakirina şaredariyê hate dayîn.

Şaredariya Gel a Qamişlo yek ji destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgirî da û yekemîn şaredarî li bajarê Qamişlo di Gulana 2013`an de hate damezirandin. Şaredariyê ji bo xizmetên pêwîst kar û xebat meşandin û bû destpêka avakirina şaredariyan li hemû bajarên din ên ku ji destê rejîmê hatine rizgarkirin.

Berpirsê beşa xizmetguzariya yê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Hesen Mecdedîn got avakirina wê saziyê di wê demê de wekî pêdiviyeke girîng bû ji bo xizmetkirina gel û birêxistinkirina civakê, ji ber ku rejîmê hemû saziyên xwe ji herêmê kişandin.

Piştî ku hate damezirandin, Şaredariya Gel li gorî derfetên xwe û derfetên ku welatiyan bi xwe pêşkêş kirin, xebat kir, welatiyan ta ku şaredarî karibe alavan peyda bike hemû alavên xwe pêşkêş kirin, her wiha alîkariya diravî jî da. Xebatkarên şaredariyê jî bi dilxwazî dixebitîn û xizmeta gel dikirin.

Şaredariya Qamişlo di nava bajêr de kar û barên birêxistinkirin û xizmetê pêk anîn, paqijiya bajêr parast û xizmetên sereke peyda kirin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo Ebdil Ehed Koriyê der barê mijarê de wiha axivî: “Binavkirina şaredariyê wek ‘şaredariyên gel’ rastiya vê saziyê ye ku ji bo gel e, ew şêweyekî rêveberiya herêmî ye ku welatiyên bajêr xwe bi rê ve dibin, mîna hemû saziyên din yên xizmetê.”

Di nava çend mehan de şaredariyê hemû xizmetên pêwîst pêşkêşî welatiyan kirin, şêweyên rêveberiyê li herêmê bi pêş ketin û gelên herêmê raber kir ku dikarin xwe bi rê ve bibin. Ev proje bû bingeha ragihandina Rêveberiya Xweser ku di 21`ê Çileya 2014`an de hate ragihandin. Lewma ev ezmûna li xweşiya hêzên herêmî nehat û berê xwe dane hilweşandina vê projeyê.

Roja 11`ê Adara 2014`an li dijî avahiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo êrîşek pêk hat, di encamê de 11 xebatkarên ku xizmeta welatiyan dikir, şehîd bûn. Êrîşa ku çeteyên DAIŞ`ê girtin ser xwe, bi alîkariya hin aliyên li dijî Rêveberiya Xweser pêk hat.

Hesen Mecdedîn ku wê çaxê jî yek ji xebatkarên şaredariyê bû, der barê mijarê de wiha dibêje: “Xizmetên ku saziyên Rêveberiya Xweser pêşkêşî welatiyên bajêr dikirin, ne li gorî berjewendiyên hin hêzan bûn, lewma ev sazî kirin armanca xwe da vîna gel bişikînin. Lê tevî êrîşê jî şaredariyê xebatên xwe dewam kirin, ev helwest jî bû bersiv û hemû plan têk birin.”

Bi boneya 5`mîn salvegera êrîşa li dijî Şaredariya Qamişlo ji rêveberên şaredariyê Cîhan Yûsiv hemû hevalên xwe yên ku di êrîşê de şehîd bûn, bi bîr anîn. Navên şehîdên êrîşê jî wiha ne: Ibrahîm Ezîz, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdilezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Murad, Emîna Bilal, Helebçe Xelîl, Ferhad Ebdilezîz Osman, Elaedîn Ebdililah û Awaz Mehmûd Mihemed.

Êrîşa li dijî şaredariyê nebû asteng li pêşiya kar û xebatên wê, êrîş ji bo hemû endaman û ji bo hemû saziyên Rêveberiya Xweser bû egera bilindkirina asta kar da ku xizmetên baştir pêşkêşî welatiyan bikin û destkeftiyên ku xwîna şehîdan pêk hatine biparêzin.

Berpirsê beşê rêveberiya herêmî û şaredariya li kantona Qamişlo Hesen Mecdedîn diyar kir ku êrîşa li diî şaredariyê bû egera ferehkirina xebatê û li gelek bajarok û navçeyên herêmê şaredarî hatin vekirin. Mecdedîn wiha pê de çû: “Piştî êrîşê me karên xwe dewam kirin.”

Xebatkarên şaredariyê bi vîna xwe bersiva êrîşkaran da. Piştî êrîşê bi salekê xebatên rêxistinî û xizmetê berfireh bûn, ji bo xizmetê gelek beş hatin avakirin, li du li aliyên rojhilatê bajêr û rojavayê bajêr du beşên şaredariyê hatin vekirin, avahiya ku rastî êrîşê hatibû jî bû navenda rêvebirina şaredariyên bajêr.

Firehkirina xebatên şaredariyê derfetên kar ji welatiyan re vekirin, şaredariya ku bi 20 endaman dest pê kir, niha bûye cihê xebata 900 kesan. Hevserokê komîteya rêveberiya herêmî û şaredariyan li kantona Qamişlo Ebdil Ehed Koriyê der barê mijarê wiha got: “Ji ber firehbûna qada xizmetan hejmara xebatkaran jî zêde bû.”

Xizmetên ku Şaredariya Gel a Qmişlo her wiha bi dehan şaredariyên bajar û bajarokên Bakur û Rohilatê Sûriyê pêşkêşî welatiyan dikin, nîşana wê yekê ye ku hemû planên li dijî vîna gelan û daxwaza wan a xwebirêvebirinê têk çû.

(kn)

ANHA