Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan li parlamentoya Iraqê Musena Emîn, mana hêzên biyanî li ser xaka Iraqê bi ne yasayî binavkir û diyar kir ku divê di zûtirîn dem de ev hêz ji xaka Iraqê derkevin. Têkildarî hêzên Tirkiye li ser xaka Herêma Kurdistanê jî got; ” Pêwîstiya me bi mana hêzên dewletên cîran tuneye.”
Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan li parlamentoya Iraqê Musena Emîn, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê ji Rojnews’ê re axivî.
Musena Emîn mana her hêzek şerker li ser xaka Iraqê bêy destura Iraqê bi nayasayî binav kir û got. “Divê di zûtirîn demde li ser xaka Iraqê derkevin.”
Têkildarî nêrîna partiya xwe ya li ser hebûna hêzên biyanî li ser xaka Irqê jî Musena Emîn got: “Li gorî me nabe ku tu hêzêk biyanî li ser xaka Iraqê bimîne. Bi taybetî jî pêwîstiya me bi mana hêzên dewletên cîran tuneye ku livir bimînin.”

Têkildarî bê helwestiya li beramberî dagirkeriyên Tirkiye jî Musena Emîn wiha got: “Helwest hebûn,lê bi qasî tê xwestin helwest tuneye. Me hertim êrîş şermezar kirine. Me hertim jî gotiye ku nabe xaka Iraqê bê armanc girtin ji bo êrîşên leşkerî û welatiyên me werin kuştin.”
Musena Emîn, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de hertim serweriya xaka Iraqê hatiye binpêkirin û ziyanek mezin bi welatiyan gihaye, ji ber vê yekê divê ev êrîş werin sekinandin.
Herî dawî jî Musena Emîn ev tişt gotin: “Bêdeng kirina çekan çareseriye. Pêwîste Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistan hewildanên cidî bike ji bo ku carek din li Tirkiye pêvajoyek ya aşitiyê were destpêkirin. Ji be ku dema şer bi dawî hat wê behaneyên mana hêzên Tirkiye û êrîşên leşkerî li ser xaka Iraq û Kurdistanê jî bidawî werin.”
(şk)