AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Oclana dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kirin. Polîsan 114 rojin avahiya HDP’ê ya Amedê dorpêç kiriye û ji 5’ê Kanûnê heta niha 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi grevê kir, li avahiya HDP’ê ya Amedê jî grevên birçîbûnê dest pêkir. Ji 20’ê Mijdarê û şûnde polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û 114 rojim avahiya HDP’ê di bin dorpêça polîsan de ye. TOMA, maşineyên guhdarkirinê û maşîneyên zirxî şev û roj li ber avahiya HDP’ê nobetê digirin û hemû kesên dikevin avahiyê dixin bin qeydan. 12 KESÊN KETIN GREVÊ PIŞTRE LI MAL BINÇAV KIRIN Piştî Leyla Guven dest bi grevê kir, 12 kesên ji bo piştgiriya Leyla Guven li avahiya HDP’ê ketin grevê piştrî çalakiyê li malên wan binçav kirin. Li gel Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û Saliha Aydeniz rêveberên HDP’ê Necmettin Burakmak, Haluk Eyyupoglu, Mehmet Ali Alkan, Seyfettin Kiliç, Sait Demir û Osman Don, reveberê DBP’ê Niyazi Baran û Ramazan Ungur, Endamê KCD’ê Diyadin Noyan, endame Meclisa HDP’ê Nurettin Turgut, aktîvîsta TJA Hayat Akyol û welatî Hatun Aslan û Esma Ayata, di 17’ê mijdara 2018’an de ji bo 2 rojan ketin grevê. Piştî 12 kes ketin grevê di 5’ê kanûnê de polîsan bi ser malên wan de girtin û li malê binçav kirin. 12 kesan piştî îfade dan serbest hatin berdan. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Selçuk Mızrakli, Dersim Dag, Remziye Tosun, Semra Guzel, Musa Farisogullari û Saliha Aydeniz, di 3’ê Kanûnê de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven ketin grevê. POLÎSAN BI SER AVAHIYA HDP’Ê DE GIRTIN Û 25 KES BINÇAV KIRIN Di 10’ê kanûna 20187an de 25 endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi heman armancê li avahiya HDP’ê dest bi grevê kirin. Polîsan di heman şevê de bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 25 aktîvîstên TJA Bahar Karakaş Ulug, Yildiz Kardeş, Yuksel Almas, Nursel Akbal, Sakine Yakut, Muazzez Altınkaynak, Sevim Çoşkun, Gulistan Ektî, Zahime Înce, Fatma Yakoglu, Perihan Karayıl, Makbule Ozbek, Rahife Ergul, Sultan Aksoy, Ayhan Ateş, Hasino Guler, Hasret Akay, Hedayet Ay, Rahşan Îz, Remziye Sizici, Muşeher Ulker, Evin Yelboga, Jiyan Taş, Aysel Tufan ve Remziye Bayram binçav kirin. Piştî li midûriyeta polîsan îfadeya wan girtin serbest berdan. CARA DUYEMÎN BI SER HDP’Ê DE GIRTIN 37 KES BINÇAV KIRIN Piştî polîsan 25 kes binçavkirin vê varê di 12’ê kanûnê de 50 kesên ku di navde endam û rêveberên HDP’ê hebûn li avahiya HDP’ê dest bi grevê kirin. Rojek şûnde dîsa bi sedan polisan bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 50 kes binçav kirin. Polîsan Sertip Yetiş, Murat Kiliç, Hasan Oyan, Mehdiye Kartal, Savaş Babur, Tevfik Kaçar, Mehmet Yaman, Sakine Karadeniz, Latîf Eminoglu, Nazim Ocal, Mehmet Şirin Karakaş, M. Şirin Daşlik, Gıyasettin Duman, Mensur Ekdemir, Ahmet Balcı, Kenan Kaydul, Veli Mutlu, Fatih Kagan Arslan, Fesih Balbey, Kemal Baran, Salih Peksoy, Medeni Hazar, Mehmet Ateş, Hayri Etyemez, Mehmet Ali Altunkaynak, Husnu Aslan, Fahri Kaplama, Sabahattin Kurt, Faruk Altun, Mehmet Taş, Şahin Kabaiş, Alîşan Binen, Mehmet Abidin Kahraman, Alî Yilmaz û Nurettin Bakan binçav kirin. Piştre rêveberên HDP’ê Ramazan Kaval û Mustafa Akengin ji binçav kirin. Beyek 3 roj şûnde û beşek jî 8 roj şûnde hatin berdan. DI 3’Ê ADARÊDE 5 KES BINÇAV KIRIN Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribin. Polîsan bi boneya çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê bi ser avahiyê de girt. Bi sedan polîs bi dehan maşîneyên zirxî ewilî avahiya HDP’ê dorpêç kirin û pişt re ketin hundir û 5 welatî binçav kirin. 5 kes 5 roj şûnde hatin berdan. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayip Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP’ê Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş bi heman armancê li gel Dersim Dag û 5 welatiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Vê carê nêzî sed polîsên çevîk bi zirxan ketin avahiya HDP’ê û deriyê wê şikandin. Polîsan vê carê çalakger Sevican Yaşar, Salih Cansever, İsmet Yıldız, Salih Tekin, Bilal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş binçav kirin. Endamên HDP’ê 4 roj şûnde sewqî dadgeha Amedê kirin û bi îdiaya endamên rêxistinê ne Sevican Yaşar, Îsmet Yildiz, Salih Tekin û Bilal Ozgezer girtin û şandin girtîgehê. Salih Cansever, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş hatin berdan. 3 HDP’iyen hatin berdan dîsa li avahiya HDP’ê dest bi grevê kirin. Îro serê sibê dîsa bi sedan polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtin û endamên HDP’ê Salih Cansever, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş binçav kirin. Polîsan di nava 114 rojan de 5 caran bi ser avahiya HDP’ê de girtin û bi giştî 81 kes binçavkirin. Ji 81 kesan Salih Cansever 3 caran, Sevican Yaşar, İsmet Yıldız, Salih Tekin, Bilal Özgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş du caran hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin. Parve bike:
Polîsan 114 rojin avahiya HDP’a Amedê dorpêç kirine Bi sedan polîsan 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin
