Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, di çarçoveya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min de, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser hevdîtina 22’ê Gulanê ya bi muwekîlê xwe re civîneke çapemeniyê pêk anîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Nevroz Ûysal, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Tûrgût li Titanic Downtown Beyoglû Hotelê derketin pêşberî çapemeniyê û peyama Ocalan a li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ragihandin.
Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
Hevrêyên hêja;
Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, li ber ronkahiya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min , li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi dilrehetî diyar dikim armanca we ya ji bo min diyar kiribû bi cih hatiye û li gel hezkirinê, malavayî li we dikim.
Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.
Li gel hezkirina bêdawî û slavên min
22’ê Gulana 2019, Girtîgeha Îmraliyê
Abdullah Ocalan”