Bexçeyên Hevselê ku li Amedê 8 hezar sal in çandinî lê tê kirin û di lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya UNESCO de ye, xwe bi rengê payîzê xemilandiye.

Bexçeyên Hevselê ku li Kurdistanê weke Bihuşta Çivîkan tê naskirin xwe bi rengê payîzê xemilandiye. Ev qada berhemdar a Amedê bi payîzê re rengûreng bûye. Mirov ji temaşekirina vê xemla bedew têr nabin.

Li gorî lêkolînan li Bexçeyên Hevselê 181 cûreyên çivîkan hene. Bi payîzê re cûreyên cuda yên gîha û heywanan xwe didin der.