Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 14ê NÎSANê 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja em ê Bûltena Rojî pêşkêş bikin, lê di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê ji bo bi muwekîl xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, vê sibehê hejmarek zêde leşker û çekên giran li navçeya Amed LIcê qereqola Hezanê kom kirin.

&- Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, bang li rayedarên PDKe û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê kir ku ambargoya li ser Wargehê Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî-Mexmurê rakin.

&- Derûnas Gulbahar Şedal, bal kişande ser bandora tedbîra di malde bimîne û got, Xwe dibin çavan re derbas bikin xwe nas bikin, bila ev pêvajo bibe dema ronîbûnê.

&- Artêşa Lîbyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan 4 Pêşmergeyên Roj ku bi hêzên Tirkiyê re hatine Lîbyayê, destgîr kirine.

&- Parlamenterê YNK’ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Serko Azad Galalî ,bang li parlamentoyê û hikûmetê kir ku pêkhateya bi navê Pêşmergeyên Roj tasfiye bike.